7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn 2021-11-18 16:43:59   ENQERE - Bi hinceta ku ketiye greva birçîbûnê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meha cezayê girtîgehê li girtî Necla Yildiz hat birîn.    Bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûna ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûbû doz li girtî Necla Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 32'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Di danişînê de Yildiz parastina xwe bi kurdî kir û armanca çalakiya greva birçîbûnê vegot û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Yildiz, got ku daxwaz rakirina tecrîdê ne sûc e û bi awayekî wijdanî û hiqûqî tevlî grevê bûye.    Parêzerê Yildiz jî dosya ku beriya niha bi heman sûcdariyê li Yildiz hatibû vekirin û bi beraetê bi dawî bûbû pêşkêşî heyeta dadgehê kir û xwest ku muwekîla wî bê beraetkirin.    Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyetê, angaşt kir ku hatiye fêmkirin Yildiz sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye û 5 sal cezayê girtîgehê li Yildiz birî. Piştre heyeta dadgehê cezayê ku dabû bi qasî nîvî wî zêde kir û derxist 7 sal û 6 mehan.