Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin 2021-11-19 08:37:06   ŞIRNEX – Serhat Tekîn ê HPG’yî ku di şerekî li Colemêrgê derketi bû de jiyana xwe dest dabû, li Gundê Hespîst ê navçeya Hezexê bi girseyî hat veşartin.    Cenazeyê Serhat Tekîn (Bextiyar Avaşîn) ê HPG’yî ku di 1’ê Mijdarê de di şerekî li çoltera Colemêrgê derketi bû de jiyana xwe ji dest dabû, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî ku mînakên DNA’yê yên malbata Tekîn li hev hatin, cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat wergirtin.    Cenazeyê Tekîn bi tevlîbûna gelek kesan bi merasîmekê li Goristana Gundê Hespîst ê navçeya Hezexa Şirnexê hat veşartin. Polîsan di dema merasîma cenaze de goristan dorpêç kirin.