Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî 2021-11-19 09:08:03   STENBOL - Ji Înîsyatîfa Piştevaniya Ji Bo Girtiyan Huseyîn Îldan, ragihand ku dê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî girseyî protesto bikin û got: "Em ji bo piştevaniyê bang li hemû derdorên demokrat, çepgir û sosyalîst dikin."    Li Stenbolê Înîsyatîfa Piştevaniya Ji Bo Girtiyan, li dijî tecrîd, cezayên dîsîplînê, binpêkirina mafê tenduristiyê, şewitandina înfazan, lêgerîna tazî, tahdeya fizîkî û derûnî yên li girtîgehan zend û benda badan. Înîsyatîfê di çarçoveya plana çalakiyan de ku di 20'ê Cotmehê de starta wê dabû, heya niha gelek daxuyanî dane, hevdîtin bi xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl re kirine. Ji bo bal bikişîne ser rewşa girtîgehan dê çalakiyên xwe heya 19'ê Kanûnê bidomîne.    DAXUYANIYEKE GIRSEYÎ   Endamê înîsyatîfê Huseyîn Îldan, anî ziman ku her diçe zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin û bi xebatên xwe hewl didin li dijî binpêkirinên mafan dengê girtiyan ragihînin. Îldan got: "Ji bo vê, pêşî me hevdîtin bi malbatên girtiyan re kir û me organîzasyoneke taştê li dar xist. Me li ber girtîgehan daxuyanî dan. Em ê li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) daxuyaniyê bidin û em ê li deverên cuda yên bajrên bi girseyî daxuyaniyan bidin."    PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN    Îldan, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi taybetî di dema pandemiyê de pir zêde bûne û girtî bi tena serê xwe hatine hiştin. Îldan got: "Di vê heyamê de tiştên li derve qewimîn neşopandin. Name û pirtûk negihaştin cihê xwe. Di dema jimariyê de pirsgirêkên mezin rû didin, axaftina girtiyan a bi girtiyên li qawîşên bi hev ve tê astengkirin. Çalakiyên civakî û çandî yên li girtîgehê bi temamî hatine betalkirin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtiyên înfaza xwe temam kirine, înfazên wan tên şewitandin."    HIQÛQA ŞER   Îldan destnîşan kir ku ev binpêkirin dê bi girtîgehên Tîpa S ên nû tên çêkirin re zêdetir bibin û got: "Tîpa S, perçeyek Tîpa S'yê ye. Di yên Tîpa F'yê de 3-4 kes tên cem hev du, lê yên S'yê dê girtî di hucreyên yekkesî de bin. Ev jî nîşan dide ku dê tahde û binpêkirinên mafan zêdetir bibin. Wezareta Dadê, MÎT, midûriyeta polîsan, îdareyên girtîgehan û edliye di vî warî de bi hev re dixebitin. Ger em faşîzmê têk neşikînin, dê ev êriş zêdetir bibin."    BANGAWAZÎ   Îldan, bilêv kir ku wan û malbatan heya niha hin tişt kirine û dê di rojên pêş de ew û malbatên hîn bêtir li hev kom bibin. Îldan, destnîşan kir ku pirsgirêkên li girtîgehan tenê neyên girtiyan an jî malbatên wan in û got: "Ên di hundir de ne kesên ji rêzê ne. Ew pêşengên bindestan, gelê kurdî bîr û civatên cuda ne. Sibê gava derkevin dê cardin di nav refên têkoşînê de bin. Sendîka, rêxistinên pîşeyî û komele di çareserkirina vê pirsgirêkê de xwedî berpirsiyar in. Em ji bo piştevaniyê bang li hemû derdorên demokrat, çepgir û sosyalîst dikin."