Li Çewligê kesek hat binçavkirin 2021-11-19 10:48:41   MELETÎ - Li Çewligê di serdegirtina malê de Hîvda Sarilmaz hat binçavkirin.    Li Çewligê di serdegirtina malê ya saetên serê sibê de Hîvda Sarilmaz hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Hîvda Sarilmaz a di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de hatiye binçavkirin, dê bibin Meletiyê.    Nûçegihanê me Emrûllah Acar jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de hatibû binçavkirin. Tê payîn ku dê Acar jî bibin Meletiyê.