Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene 2021-11-19 11:15:40   ENQERE - Parêzerê malbata Dedeogulları Abdurrahman Karabulut diyar kir ku serokê dadgehê biryara berdanê daye û jê re gotiye: "Îdianame gelekî qels e, xisûsên ku nehatine lêkolînkirin hene."   Mehmet Altun û malbata Çalik û Keleş ên li navçeya Meram a Konyayê 7 endamên malbata Karsli Dedeogullari ya ji Qersê qetil kirin, beriya rûniştina dozê dest pê bike yek bi yek serbest hatin berdan. Di dema şandina îdianameyê de ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê re, dayika berpirsyarê qetlîamê Mehmet Altun, Îsmahan Altun, bavê wî Îbrahîm Altun û hevjîna wî Zehra Altun bi biryara neşopandin hatin berdan. Dema îdianameya ku 11 bersûc jî tê de ji aliyê dagehê ve hat qebûlkirin, di qonaxa guncandîtinê de biryara berdana Velî Keleş, Alî Keleş, Ramazan Çalîk, Yahya Çalik û Alî Çalik hat dayîn.   Li ser îtîrazê vê carê xwişka Altun, Ayşe Keleş, hevjîna wî Lûtfî û kurê wan Alî Keleş bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Konyayê ku dadgeha bilindtir e di 17’ê mijdarê de serbest hatin berdan. Bi vî awayî hejmara bersûcên ku di çarçoveya dosyayê de hatin berdan derket 9’an. Tenê kujer Altun û Îbrahîm Keleş di girtîgehê de man.   ÎDIAYA ‘DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE’    Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut, biryara berdana bersûcan a ji aliyê dadgehê ve nirxand û bi bîr xist ku di dosyaya ku piştî qetlîamê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat vekirin de ji xeynî kujer Altun derbarê bersûcên din de bi îdiaya “sûc pê dane kirin” doz hatiye vekirin. Karabulut wiha got: “Lê belê îdianame hema bêje bi awayekî nepenî bi talîmata 'tevahiya bersûcên din bên derxistin' bû. Di dosyayê de 2 kes hatin binçavkirin û li ser îtîraza ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ku dadgeha bilind e bi hinceta ku tune ye biryara berdanê hat dayîn. Di warê teşwîqê de delîlên berbiçav tune ye bersûcan berda.”    HÊCETA SEROKÊ DADGEHÊ   Karabulut anî ziman ku derbarê biryara tehliyeyê de bi 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê re hevdîtin kiriye û got: "Sedema ku serokê dadgehê ji min re gotiye ev e; ‘Ti delîlên şênber nînin, îdianame gelek qels e û xisûsên ku têrkerî nehatine lêkolînkirin hene’. Heger îtîraz ji bo Îbrahîm Keleş ê girtî bê kirin, ew ê wî jî berdin. Dadger viya pir eşkere got. Rewşek wisa heye ku dibe bersûcê girtî Îbrahîm Keleş jî were berdan.”    ‘DADGEH DI BIN ZEXTAN DE YE’    Karabulut anî ziman ku ew difikirin ku dadgeh di bin zextên siyasî de ye û got: “Ez wisa difikirim ku dozgerê lêpirsînê bi taybetî di çarçoveya lêpirsînê de di bin zextê de ye û serbixwe tevnagere. Wekî ku di lêpirsînê de, darizandin di çarçoveya endezyariya taybet de berdewam dike de ye. Em vê yekê bi zelalî dibînin û hîs dikin. He êrişa 12'ê gulanê û hem jî komkujiya 30'ê Tîrmehê bi armanca nîjadperestiyê pêk anîne. Me di axaftinên di navbera bersûcan de viya dît. Lê ne di îdianameyê de, ne dosyaya lêpirsînê û ne jî biryarên navberê yên dagehê bi behsa armanca nîjadperestiyê nayê kirin. Bi taybetî dixwazin ser armanca nijadperestiyê bigirin.”    DIXWAZIN DOSYE BIBIN YEK    Karabulut destnîşan kir ku ew ê daxwaz bikin dosyeya êrişa 12’ê gulanê û dosyeya komkujiyê bibin yek û ji bo bersûc hemû werin cezakirin çi ji destê wan were dê bikin.    DAXWAZA GIRTINA BERSÛCAN HAT KIRIN    Karabulut anî ziman ku dê derbarê bersûcên ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hatin berdan de daxwaza girtinê bikin û wiha got: "Ji îro pê ve ji bo 7 kesên têkildarî doza li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye vekirin, me daxwaza girtinê kir. Em ê di rojên pêş de bersiva vê daxwazê bibînin. Berê jî daxwazên me yên girtinê hebûn, lê belê tu bersiv nehat dayîn. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.”    DANIŞÎNA EWIL DI MEHA ÇILE DE YE    Doza derbarê 9 bersûcan de hat vekirin ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ve hat qebûlkirin. Rûniştina ewil a dozê wê di meha çile de were lidarxistin.    MA / Zemo Aggoz