Kurd vedigerin ser axa xwe 2021-11-19 11:44:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe Cûtyar Adil, bi lêv kir ku 431 penaber ji sînorê Belarûsê vegeriyan e.    Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe Cûtyar Adil, têkildarî qeyrana penaberan a bi rojane li ser sînorê Belarûs û Polonyayê diqewime daxuyanî da. Adil, diyar kir ku 431 penaber ji sînorê Belarûsê vegeriyan e. Adil, da zanîn ku ji 431 penaberan 422 ji Başûrê Kurdistanê 9 jî ji Iraqê ne.    Adil, anî ziman ku 10 kesên qaçaxçîtiya mirovan dikin hatine girtin û bi lêv kir ku kesên welatiyan dixapînin û dibin derveyî welat wê bi awayekî giran werin cezakirin. Adil, diyar kir ku qaçaxçiyên mirovan di navbera 6 û 8 hezar dolaran ji welatiyan girtine.    Penaberên ku bi balafirên ji Balafirgeha Mînskê rabûn hatin şandin, daketin Balafirgeha Hewlêrê.    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf beriya niha dabû xuyakirin ku hewldanên ji bo vegerandina penaberan dewam dikin û ji bo vegera wan wê destek were dayîn