DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin 2021-11-19 15:13:04   AMED - DFG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Emrûllah Acar û lêgerîna li mala rojnameger Hîkmet Tûnç da û ev tişt got: "Dawî li zextên li ser rojnamegeran bînin."   Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), derbarê binçavkirina nûçegîhanê me Emrûllah Acar a li Rihayê û lêgerîna li mala nûçegîhana Jinnewsê Hîkmet Tûnç a li Wanê de daxuyaniyeke nivîskî da. DFG'ê, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî binçavirina Acar û lêgerîna li mala Tûnç da û  têkildarî mijarê ev tişt got: "Zextên li ser rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj bi hincetên vala yên cuda bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û tên binçavkirin. Hewla astengkirina karê rojnamegeran tê dayîn. Bi lêgerîna mala rojnameger Hîkmet Tûnç a bi hinceta "Îxbara bombeyê" hedef nîşandina rojnamegeran e."   ARMANCA BINÇAVKIRIN Û LÊGERÎNA MALÊ   Di berdewama daxuyaniya xwe de DFG'ê bal kişand ser armanca binçavkirina Acar û lêgerîna li mala Tûnç û wiha got: "Em bi awayekî zelal bawer in ku kesên bi ser mala hevala me Hîkmet Tûnç de girtin baş zanibûna ku li muhîmat tune bûye. Dîsa kesên ku hevalê me Emrûllah Acar binçav kirine jî baş zanibûna ku ji bilî karê rojnamegeriyê xebateke wî ya din tune ye. Armanca vê tenê sûcdar nîşandina rojnamegeran û dûrxistina wan a ji rojnamegeriyê ye. Weke Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, em daxwaz dikin ku serdegirtin, zext, binçavkirin û girtina rojnamegeran bi dawî bibe. Em van pêkanîna qebûl nakin û diyar dikin ku ji van pêkanînan natirsin jî. Karê rojnamegeriyê karekî bi rûmet ê parastina agahî girtina gel e. Yanî rojnamegerî ne sûc e."