Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye 2021-11-19 16:23:58   RIHA - Hunermend Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar a 256 roj in li edaletê digere kir û got: “Dilê min bi we re ye.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şanyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 256’emîn de berdewam dike. Îro jî hunermend Îlkay Akkaya serdana malbatê kir û piştgirî da çalakiyê.    PIŞTEVANÎ GIRÎNG E   Ferît Şenyaşar anî ziman ku li ber edliyeyê 8 meh in li edaletê digerin. Şenyaşar spasiya Akkaya kir û wiha got: "Ji bo hevgirtinê her roj serdana me tê kirin. Îro jî hunermend Îlkay Akkaya ji qadeke cuda ji bo hevgirtinê bi dayika min re ye. Ev hevgirtin ji bo me pir bi qîmet e. Em dixwazin hev piştgirî berdewam bikin.”    AKKAYA: DILÊ MIN BI WE RE YE    Akkaya jî axivî û wiha got: "Bêguman li kêleka mirovên neheqî li wan tê kirin cih girtin, helbet ne cihê spasiyê ye. Ji dema ku bûyer qewimî, bala me hemûyan li vir e. Ji destpêka Nobeda malbatê ve dilê min bi malbatê re ye. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna we bi ser bikeve. We pêvajoyek pir dijwar derbas kir û windahiyek we ya giran çêbû. Dilê min her dem bi we re ye û ez dixwazim dubare bikim ku ez di wê baweriyê de me ku dê edalet pêk were. Tenê em li kêlek hev cih bigirin.”  Piştî axaftinan Emîne Şenyaşar wêneyên qurbaniyên malbata xwe nîşanî Akkaya da û xemgîn bû. Emîne Şenyaşar got: “Divê em bi hêz bin.”    Akkaya demek li gel malbatê nobed girt û ji wir veqetiya.