118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin 2021-11-20 09:18:08 ŞIRNEX - Ji 3 endamên HPG'ê ku di 26'ê tîrmehê de ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve dîl hatibûn girtin. 118 roj in agahî ji wan nayê girtin. Malbata endamê HPG'ê Ayhan Tatli, bertek nîşanî PDK'ê da û xwest aqûbeta lawê wan were diyarkirin.  Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di  26'ê tîrmehê de li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê komek endamên HPG'ê dîl girtibûn. Derbarê bûyerê de, di 31'ê tîrmehê de HPG'ê daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di vê komê de Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçobanê ya Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava ye hene. Li tevî hemû hewledanan jî heta niha ji aliyê PDK'ê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin û aqûbeta 3 endamên HPG'ê nayê zanîn. Ev 118 roj in agahî ji vê koma HPG’ê nayê girtin. Malbatên ku hewl didin ku agahî ji zarokên xwe bistînin bendewariya wan didome. Ji aliyê malbatan ve hate ragihandin ku MÎT'ê ji PDK'ê xwestiye ku HPG'yiyên ku dîl hatine girtin radestî wan bên kirin.    'PDK AGAHÎ NADE'    Malbata Ayhan Tatli ê ji navçeya Hezexê ji bo ku agahî bistînin di 9'ê tîrmehê de berê xwe dan Hewlerê. Lê belê hemû hewledanên wan bê encam man. Birayê Tatli, Saît Tatli jî di heman demê de li Hezexê ji aliyê tîmen taybet ve di serdegirtina malê de hat girtin û şandin girtîgeha Wanê.  Xwîşka Tatli, Leyla Tatli pêvajoya ku birayê wê ji aliyê PDK'ê ve dîl hat girtin wiha vegot: "Dema ku ev bûyerê qewimî haya me jê tune bû. Ji ber ku em koçeriyê dikin, her yek ji me li cihekî bû. Bi riya televîzyonê em pê hesiyan. Piştî ku xebera malbatê jê çêbû birayeke min çû Başûrê Kurdistanê. Lê me tu agahî ne ji wî û ne jî ji hevalê wî ne sitendin. Mirî be saxbe em nizanin. Hin dibêjin saxin, hin jî dibêjin di girtîgehê de ne û hin ji dibêjin mirin e. Me bi tu awayî agahî ne sitend û kes tiştekî bi me re jî parve nake. PDK'ê pişta xwe da me. Ji bo ku em agahî werbigirin, me bangawazî kirin. Lê ev bangawaziyên me nehatin bihîstin."   ‘ASAYÎŞA PDK'Ê GEF LI MALBATÊ XWAR’    Tatli, anî ziman ku hêzên PDK'ê gef li malbata wê xwariye û wiha domand: "Li gel malbata min heval û dostên me jî çûbûn Başûrê Kurdistanê. Asayîşa PDK'ê gef li wan xwaribû û ji wan re gotibû, 'Hûn çi kes in û hûn çima hatine vê derê, çi karê we li vir heye?'  Ji malbatê re dibêje, 'Malbata wî bila bê' Malbatê gotibû em malbata wî ne. Bi vî awayî çavê malbatê tirsandibûn û malbat ji nêçariya xwe vegeriyabû. Ev pêkanîn dilê mirov birîndar dike. Çawa dibe ku birayê mirov, xwîna mirov van tiştan tîne serê mirovî. Em jî kurd in û ew jî kurd in. Çawa dibe ku wîjdana wan qebûl dike û vî tiştî dikin. Em ne ji tu welatên din hatine. Em ji heman axê ne. Tenê di navbera me de sînor heye. Em birayê hev in çawa dibe qetla biratiyê dikin. Dibêjin heta ku kuçik jî goştê kuçik naxwin. Lê belê PDK niha vê hovitiyê dike. Em PDK'ê şermezar dikin."   BIRAYEK JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE BIRAYEK JI ALIYÊ PDK’Ê VE   Tatli, da zanîn ku 2 birayên wê di heman rojê de dîl hatine girtin û got: "Birayê min Saît jî di heman rojê de ji aliyê Tirkiyeyê ve di serdegirtina malan de hate girtin. Ji bo girtina wî tu sedem tune bûn. Bi hincetên pûç hate girtin. Di wê dosyayê de gelek kes hatin girtin, lê niha birayê min tenê di girtîgeha Wanê de tê girtî maye. Birayek min ji aliyê Tirkiyeyê ve birayek min din jî ji aliyê PDK'ê ve hate girtin. Ji ber ku diya min nexweşe me ji wê re negotiye ku birayê min ji aliyê PDK'ê ve dîl hatiye girtin. Agahiya wê ji vê bûyera dawî tune ye."    BANGAWAZΠ   Tatli, xwest ku aqûbeta birayê wê were zelalkirin û ev bang kir: "Heger PDK bira be, însan be û wîjdan pê re hebe wê qetla biratiyê neke. Mirîbin yan jî saxbin em dixwazin ku agahiyekî jê bistînin. Heger mirîbin em cenaze dixwazin, heger saxbin jî bila nîşanî me bidin. Em naxwazin ku bira birayê xwe bikuje.”    MA / Zeynep Durgut