Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere 2021-11-20 09:19:44 RIHA - Di rêziknameya girtîgehê de xala "lêgerîn tazî" wekî xala "lêgerîna bihûrgulî" hat guherandin. Hiqûnasên OHD'î û ÎHD'î bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Heya pêkanîn neguhere, guherandina tekstên nivîskî bêwate ye."  Piştî bertekên ji bo lêgerîna tazî yên li têketinên girtîgehan li girtiyan tên ferzkirin, xala "lêgerîna tazî" ya di rêziknameya girtîgehê de wekî "lêgerîna bihûrgulî" hat guherandin.    Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) anîn ziman ku ne teksta nivîskî, divê pêkanîn bê guherandin.    İnsan Hakları Derneği (İHD) ve Özgürlük için Hukukçular Derneği (ÖHD) Urfa Şube yöneticisi avukatlar, yazılı metnin değil, uygulamanın değişmesi gerektiğini söyledi.    ‘ÎŞKENCE YE'   Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Serdar Tum, anî ziman ku lêgerîna tazî li têketinagirtîgehan an jî di dema sewqkirinan de têkirin. Tum, ev lêgerîn li odeyekê ji aliyê 3 gardiyanan ve tê kirin û got: "Ev lêgerîn îşkence ye. Piştî kinc tên derxistin, 3 caran jî dibin rabe-rûnê. Ev îşkenceyek e, ku dijî rûmeta mirovan e."    ‘LI TEVAHIYA GIRTÎGEHAN TÊ KIRIN'   Tum ku got "Di rêziknameyê de guherandina xala 'lêgerîna tazî' xemilandina pasteyê ye" anî ziman ku bi vê tê xwestin ku ji raya giştî ya navneteweyî re bê gotin ku li girtîgehên Tirkiyeyê "îşkence tune ye". Tum got: "A rast ev awayekî sergirtina vê pêkannê ye û awayekî ku xwe li ber çavê raya navneteweyî paqij bidin der." Tum, destnîşan kir ku piştî bertekên raya giştî îqtidarmecbûr ma vê xalê biguherîne.    ‘DIVÊ BÊ GUHERANDIN'   Tum, anî ziman ku ev lêgerîn li devereke ku kamera lê tune ne tê kirin û ger îqtidar samîmî be divê derbarê van kesan de lêpirsînan bide destpêkirin. Tum got: "Tenê bi guherandina nav, naguhere. Tekstên nivîskî bêruh in. Guherandina tekstê, nayê wateya guherandina pêkanînê. Heya ev pêkanîn neguhere, tu wateyeke tekstên nivîskî tune ye."   Tum, destnîşan kir ku dê têkoşîn wan a li dijî lêgerîna tazî û îşkenceyê bidome.    'GUHERANDINA NAV NE ÇARE YE'   Hevserokê ÎHD'a Rihayê Mûstafa Vefa jî anî ziman ku ya hatiye guherandin tenê nav e û got: "Bi awayekî têgihî guherandina nav ne çare ye. Têde tê gotin, lêgerîna bihûrgulî ya ku rûmeta mirov renvîde nake. Lê çarçoveya vê nehatiye xêzkirin. Yanî ji înîsyatîfa karemendan re hatiye hiştin."    Vefa, destnîşan kir ku di serlêdanên tên kirin de mat dimînin û li gor wan ev sererastkirin kêm e û sererastkirineke talûke ye.    Vefa, bilêv kir ku li dijî hemû pêkanînên ku rûmeta mirov rencîde dikin û got: "Dixwazî ji vê re bibêjin lêgerîna bihûrgulî, dixwazî bibêjin lêgerîna tazî. Lê ya tê kirin ne ji bo ewlehiyê ye, rencîdekirina kes e. Jixwe kes gava tê girtin di gelek lêgerînan re derbas dibe. Ger lêgerînek bê kirin, divê ev li nexweşxaneyan di bin kontrola bijîşkên de bê kirin."    MA / Emrûllah Acar - Mujdat Can