Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn 2021-11-20 15:11:51   AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan li Amedê aqûbeta xwendekera zanîngehê Gulistan Dokû ku 686 rojin agahî jê nayên girtin pirsîn, çalakiya li Êlihê jî hat astengkirin.    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 667’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windayan û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di çalakiyê de amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Piştre weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan. Daxuyaniya vê hefteyê di bin baranê de hat dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vûrgûn, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û gelek parêzer, parêzvanên mafên mirovan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn.    ‘GULISTAN DOKÛ LI KU DERÊ YE?’   Di çalakiyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî û Emîne Senyaşar a li Rihayê li edaletê digere, Dayikên Şemiyê û hemû kesên pê re edaletê digerin silav kir. Kaya da xuyakirin ku ew ji bo Gulîstan Dokû ya berî 2 salan li Dêrsimê hat windakirin li vir in û ev windabûn li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat û wiha got: “Ji roja ku Gulîstan Doku winda bûye û vir ve jin bi hemû saziyên xwe li qadan çalakiyan li dar dixin û ji hemû cîhanê dipirsin, 'Gulîstan Doku li ku ye?' Lê belê hem mekanîzmayên dadgeriyê hem jî yên îdarî ji bo aqûbeta Dokû tiştek nekirin. Berovajiyê vê yekê hemû hewldan ji bo veşartina kiryaran û ji holê rakirina delîlan hatine kirin. Di nava rojê de windakirina jinekê nayê fêmkirin û qebûlkirin. Yek ji polîtîkayên sîstemê ye ku jin ber bi fûhûşê ve tên dehfdan û li tevahiya cîhanê bi taybetî li Tirkiye û herêmê ber bi tundiyê ve hatiye dehfdan. Em ê heta dawî li aqûbeta hemû jinên hatine windakirin bipirsin.”   ÎHMALA MEQAMÊN EDLÎ HEYE   Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî jî têkildarî windabûna Dokû wiha axivî: “Li cihekî biçûk ê mîna Dersimê ku li her goşeyê kamera û polîs hene, ev du sal in aqûbeta jinekê nehatiye diyarkirin. Eşkereye ku nediyarkirina lêpirsînê ya ji destpêkê ve îhmala meqamên edlî heye. Malbata Doku di her firsendê de piştgirî xwest, ev îhmalkarî vegot. Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê di sala 2020’an de bi heyetekê re raporeke gelekî kûr amade kir û çû Dersimê û bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî. Lê her cara ku jin diçin cem dê û bavê Doku, dozgerî xebateke berbiçav deyne holê. Lê piştre ev lêkolîn dîsa disekinin. Rayedarên darazê ne neçarin tenê li ser medyaya civakî bixebitin an jî dema dengê jinan derkeve bixebitin.”   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn jî têkildarî windabûna Dokû de ev tişt gotin: “Em dizanin ku ev ne çîrokeka wendabûnê ye, ew çîrokeka windakirina bi zorê ye.” Vûrgûn, destnîşan kir ku polîtîkayên windakirinê ji salên 90’î ve ji aliyê dewletê ve tên meşandin û wiha axivî: “Dîrokê dubare kir ku em careke din dibînin polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê çi tîne. Xelatkirina failên di bin parastina dewletê de, bêcezahiştina wezîfedarên cemaweriyê yên tevlî dozên îstîsmarê bûne, nîşan dide ku em jin bi kîjan polîtîkayeke şerê taybet re rû bi rû ne. Ev polîtîkayeke taybet a li ser jinê ye. Em careke din soz didin ku em ê li dijî van hemûyan têbikoşin.” Piştî axaftinan Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr jî metînê ku pêvajoya windabûna Dokû vedibêje xwend. Piştî xwendina metne çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    LI ÊLIHÊ ASTENGKIRIN   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya ji bo çalakiya xwe ya hefteya 503’yemîn li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin gelhev. Vê hefteyê jî bi hêceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê girseya ku derbasî pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê bûn li gel wêneyên windayan pankarta di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûnûs Bagiş li vir axivî û diyar kir ku demekî dirêje hiqûq tune tê hesibandin. Bagiş bang kir ku bêhiqûqiya heyî demildest bê bidawîkirin û dazanîn ku wê giliyê rayedaran bikin.