Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin 2021-11-20 15:35:37   MÊRSÎN - Rêxistina HDP’a Mêrsînê, ji bo mîtînga ku di 28’ê Mijdarê de li dar bixe, bang kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatên mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku dê di 28’ê Mijdarê de li Mêrsînê li dar bixe didomîne. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê tevlî mîtînga ku li qada Stadyûma Tevfîk Sirri Sur a Kevin were lidarxistin bibe. Gelek kes beşdarî daxuyaniya Rêxistina HDP’a Mersînê ya têkildarî mîtîngê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş axivî.   Aliş, bi lêv kir ku armanca mîtîngê bilindkirina dengê aştî û demokrasiyê ye û wiha got: “Bi qeyranên li Tirkiyeyê diqewimin em tabloya heyî dibînin û girîngiya têkoşînê dizanin. Em dibînin ku li dijî xizantî, bêkarî û bêçareseriyê ji bo em aştî û demokrasiyê biparêzin hatine ligel hev girîng e û em li gor vê têdikoşin. Êdî li holê ye ku ev desthilat nikare welat bi rê ve bibe. Ji bo ku em ji vê desthilatê re bêjin bes e, hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê.”   Parlementera HDP’ê Fatma Kûrtûlan jî bi lêv kir ku êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe. Kûrtûlan, diyar kir ku êdî dema ku ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê û MHP’ê re bêjin bes hatiye û wiha got: “Em bang li herkesê dikin ku ji bo sekinandina van polîtîkayan werin ba hev.”