‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’ 2021-11-20 15:52:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan ji bo Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û banga divê pêwîstiyên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî were sepandin li Tirkiyê hat kirin.    Rêxistinên mafê mirovan têkildarî Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li gelek navendan daxuyanî dan. Komîsyonên Mafên Zarokan ên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Stenbol, Edene, Mêrsîn, Enqere, Hatayê li avahiyên xwe, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtim Sen) a Şaxa Amedê li avahiya xwe û Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Şirnexê û Baroya Şirnexê têkildarî Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyanî dan. Saziyan di daxuyaniyan de bal kişandin ser tundî, îstîsmar, zext, îşkenceya li zarokan tê kirin û xebitandina zarokan û bang li Tirkiyê kirin ku pêwîstiyên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bicih bîne û li gorî wê tevbigere.