Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin 2021-11-20 16:14:51   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê xwest girtiyê nexweş Adnan Oztel bê berdan û diyar kir ku heger di dema xwe de mudaxele neyê kirin dê çavên wî kor bibin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleyê ya Taksîmê, di hefteya 504'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar xist û daxuyanî da. Endamên komîsyonê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Oztel ê 51 salî ku li Girtîgeha Tekîrdaghê Tîpa F ya Jimara 1’an tê ragirtin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Bila girtiyê nexweş Adnan Oztel serbest bê berdan" hat daliqandin.   ‘DIBE KU ÇAVÊN WÎ KOR BIBIN’     Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan her ku diçe zêde dibin û di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Acettîn anî ziman ku girtiyên nexweş di birîn û anîna nexweşxaneyan de bi sepanên rûmet şikandinê re rûbirû dimînin û divê hesasiyet û dermankirina pêwîst ji girtiyên nexweş re bê kirin. Acettîn wiha got: “Adnan Oztel (51) ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye nexweşiya behçet a giran heye û ji ber vê nexweşiyê bi giranî dibe ku çavên wî kor bibin û pirsgirêkên diranan pê re heye lê dîsa jî dermankirinên pêwîst nayên kirin. 16 mehan teşhîsa nexweşiya wî nehatiye tespîtkirin. Ji ber ku dereng tedawiya wî hatiye kirin nexweşîn lê pîr bûye. Xesarên cidî di çavên wî de çêbûne.”    GAZÎ RAYEDARAN KIRIN    Acettîn da zanîn ku jiyana Oztel di bin xetereyê de ye û ji bo ku girtiyê nexweş Oztel û girtiyên din ên nexweş werin tedawîkirin divê li tavilê werin berdan û ji bo rewşa Oztel gazî rayedaran dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin.