Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin 2021-11-20 16:55:24   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyên nexweş Cebraîl Vûral, Omer Yaman û Husnu Aşkan nayên dermankirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 376’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê înîsiyatîfê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da. Tûrgût, rewşa 3 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimînin vegot.    Tûrgût, diyar kir ku Cebraîl Vûral 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û wiha got: “Ji ber nexweşiya cerg di rojên sarmayê de nexweş dikeve û hefteyan di nava nivîna de dimîne. Dema di sala 1998’an de li Girtîgeha Yozgatê dima teşhîsa êşa zirav lê hatibû kirin. Dema li Girtîgeha Mîdyatê bû hefteyekê li nexweşxaneyê mabû û neçar mabû mehekê li girtîgehê di nava nivînan de bimîne. Wê demê ligel îltîhaba xwînê xwîn jê çû. Di girtîgehê de nexweşiyên wî zêde bûne.”   XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ PIRSGIRÊK E   Tûrgût, rewşa Husnu Aşkan ê 9 sal in di girtîgehê de ye ragihand û wiha axivî: “Di Kanûna 2017’an de ji Wanê sewqî Girtîgeha Tokatê kirin. Piştî anîn Wanê pirsgirêkên tenduristiyê zêdetir bûn. Ji ber nexweşiyê mahde, rovî, gurçikê êşa wî zêde bûye. Dest û piyê wî her tim dicemide. Her tim kîlo dide. Di çavê wî de nexweşî heye. Dişt û sînga wî de êş heye. Ji ber vê yekê her tim derman dixwe. Bi taybetî nexweşiyên rovî û mahd didome.    TANSIYONA ZÊDE HEYE    Turgut, da zanîn ku girtiyê 65 salî Omer Yaman nayê dermankirin û wiha got: “Nexweşiya tansiyonan a Omer Yaman didome. Ji ber nexweşiyê hebê tansiyonan dixwe. Lê nayê dermankirin. Dîsa hem deng naçe wî û hem nabîne. Ji bo nexweşiyên xwe serî li rayedaran dide, lê sewqa wî nayê kirin”    Turgut, bang li rayedaran kir û xwest girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Tûrgût, xwest girtiyên nexweş Cebraîl Vural, Husnu Aşkan û Omer Yaman di dema xwe de bêne dermankirin û der barê wan de bibin xwedî agahî. Dîsa girtiyên nexweş ku nikaribin li girtîgehê bijîn divê bi lez serbesr bêne berdan.