Balkişandin ser rewşa girtiyên jin 2021-11-20 17:53:40   ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên jinên girtî yên li girtîgehên li Herêma Egeyê her ku diçe sîstematîktir bûne.    Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên jinên girtî yên li girtîgehên herêma Egeyê tên jiyîn li pêş Konak Sumerbankê daxuyanî da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Tundî û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Egeyê rawestînin” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeya “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Meclîsa Dayikê Aştiyê ya Îzmîrê û endamên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de pêkanînên keyfî zêde bûne û bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên tenduristiyê.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI ŞAKRANÊ    Karakaya, dazanîn ku di pêvajoya şewbê de gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Şakranê guh nedane rêzikên paqijiyê û pirsgirêkên din ên li girtîgehê qewimîn wiha rêz kirin: “Xwarin kêm e û nebaş e. Li qawîşên karantînayê mirovên ji fikrên cuda hatin cem hev û rewşa girtiyên nexweş û zarokan girantir bû. Qawîşê karantînayê yek e û bi awayekî baş nehatiye dezenfekte kirin. Lêgerînên telefonê gelek kurt hatine girtin û bêyî lepikan neçar mane biçin bi telefonê biaxivin. Neçar man ku lepik û maskeyan ji kantînê bi bihayekî bilind bikirin. Kesên ku xwestine biçin revîrê nebirine revîrê û rêbazên pêşîlêgirtinê yên wekî pîvandina tayê û testê nehatine kirin. Nexweşên astim û tansiyonê li qawîşên bê hewa hatine ragirtin. Nexweşên penceşêrê neçar mane hemû tedbîrên ku dikarin di koxuşên wan de bên girtin bigirin.”   NEXWEŞA PENCEŞÊRÊ    Karakaya, bi lêv kir ku girtiyeke ji ber pençeşêra pêsîrê emeliyat bûye ji Erzeromê anîne Şakranê û wiha berdewam kir: “Hat ragihandin ku ji ber rewşa girtiyan nexweş li Şakranê careke din xerab bû randewû girtiye lê dereng birine randevûyê, dema birine jî tu kirarî nekirine û ji ber vê yekê jî tedawiya wê hatiye birîn. Girtiya nexweş diyar kir ku daxwaznameyên wan şandine nayên bersivandin, ew bi gumane ku ka daxwazname xistine meriyetê an na, bijîşkê revirê hatiye di derî de lê nêriye û çûye, ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê di komeke rîskê ya mezin de ye û li girtîgehê şertên tedawiyê nehatine peydakirin.”   LI QAWIŞA 12 KESAN 25 KES MAN   Karakaya, diyar kir ku girtiya di greva birçîbûnê de ye li hucreya yek kesî dimîne, rojê tenê saetekê dikare biçe hewa bistîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiya jin a li Stenbolê hat girtin û bi kelepçeyan anîn Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê, 15 rojan di karantînayê de ma, girtiyên li 4 qawîşên cuda ku çop lê ne, ji ber sedemên karantînayê li 2 qawîşên hatin komkirin û 25 kes jî li qawîşa ku 12 kes lê diman man. Dermanên nexweşan bi awayekî keyfî nedihatin dayîn û di demên cuda de jî xwarina xerab dihat dayîn”   BINPÊKIRINA MAFAN A SÎSTEMATÎK   Karakaya, serlêdana girtiyekî ku hatiye ÎHD’ê xwend û wiha pê de çû: “Tevî ku blokên li Girtîgeha Jinan a Şakranê gelekî ewle ne, çavdêrî û kontrol bi tundî tên dewamkirin jî, weke serlêdana li komeleya me hatiye kirin tê gotin ku pêvajoya lêgerînê bi rengekî kêfî weke navgîneke çapkirinê tê zêdekirin, di vê demê de zirarê didin tiştên wan, zext li girtiyan tê kirin, hemû tiştên wan di cîhazên x-ray de tên derbaskirin û di vê pêvajoyê de nepenîtiya wan ji aliyê mêran ve tê binpêkirin.”   DAXWAZ   Karakaya, daxwazên ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan ên li girtîgehan wiha rêz kir;    “*Dewlet mecbûr e ku ji bo pêşî li tundiya li hemberî jinê bigire hemû tedbîran bigire    * Divê serlêdan û gilî bêyî ku bên sînorkirin bigihin cihên pêwîst.    * Divê qedexeyên li ser çalakiyên civakî û çandî yên girtiyan bên rakirin.   * Pêwîste zilma li girtiyan tê kirin bê terikandin û li gorî qanûnên navneteweyî bi rengekî hêjayî rûmeta mirovahiyê nêzîkî girtiyan bibin.”