Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin 2021-11-20 18:39:58   AMED - Dayikên Aştiyê jserdana malbatên girtiyan ên 5 roj in di Nobeta Edaletê de ne kirin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê ragihandin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo girtiyên nexweş bên berdan dabûn destpêkirin, di roja 5'an de ye. Îro du malbatên din tevli çalakiyê bûn. Saît Demîr, bavê Mazlûm Demîrê di Girtîgeha Tîpa T a Amedê û Safiye û Abdulkudus Baltaş, dê û bavên Azad Baştaşê di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de tevli Nobeta Edaletê bûn. Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehmdî Ozer û xebatkarên baroyê malbatan pêşwazî kirin.   Saît Demîr, destnîşan kir ku li girtîgehan nexweşî û karantîna veguherîne pirsgirêkên mezin. Demîr, Wezîrê Dadê ku derpêş kiribû li girtîgehan tu pirsgirêk tune ye tawanbar kir û xwest demildest pirsgirêkên li girtîgehan ji holê bên rakirin û girtiyên nexweş bên berdan û bang li malbatên din kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û tevli çalakiya nobetê bibin.    Abdulkudus Baltaş jî destnîşan kir ku tu sûcê kurê wî Azad û girtiyên siyasî yên din tune ne, tenê ji ber kurdbûna xwe girtî ne.    'ME ZAROKÊN XWE JI BO BÊN KUŞTIN NEANÎN DINÊ'   Îro Dayikên Aştiyê jî ji bo piştgiriyê serdana malbatên di nobetê de kirin. Li ser navê dayikan Nazîfe Yîgît axifî. Yîgît, vê çalakiya ku ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin silav kir û piştgiriya Dayikên Aştiyê ya ji bo çalakiyê ragihand.    Yîgît, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de girtiyên nexweş zor û zehmetiyek mezin kişandine û bal kişand ser rewşa Siddik Gulerê 85 salî ku 28 salin girtiye. Yîgît got: "Em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Me zarokên xwe ji bo bên qetilkirin enanîne dinê. Em bang li her kesî dikin ku vê çalakiya nobedê mezin bikin û bibin dengê girtiyên nexweş."   Hakki Boltan ku ji destpêkê ve di çalakiyê de ye, anî ziman ku serdana Dayikên Aştiyê ji bo wan pir girîng û biqîmet e û got: "Daxwaza me ya edaletê tenê ne ji bo zarokên me ye. Ev daxwaza me ji bo her kesî ye. Lewma divê her kes piştgiriya ji bo vê çalakiyê bidomîne da ku em karibin pêşî li ber vê bêedaletiyê bigirin."