ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-21 09:00:29   * Helîn Kiliçarslan ku ji zarokatiyê ve bi muzîkê re eleqedar dibe û niha dengbêjiyê dike got: "Ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê gelek kes berê xwe bidin vê qadê û xwedî li paşeroja xwe derkevin."   * Erdal Ozel, dema hatiye girtin bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û piştî demekê şîzofrenî lê peyda bûye. Niha jî çendî ku gelek nexweşînên cuda lê peyda bûne, dîsa jî nayê berdan.   * Li Şirnexê di dema qedexeya 2015'an de avahiyên gelek kesan hatibûn xerakirin. Hat diyarkirin ku TOKÎ'yê bi beramberiya 150 hezar TL'yî zorê dide van malbatan ku erseyên wan ji wan bistîne.    * Hat ragihandin ku li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê avêtina ser qawîşan ên di 7'ê Cotmehê de dest pê kiribûn hin jî didomin û daxwaznameyên girtiyên hatine derbkirin jî nayên bersivandin.   * Li Hewengê cotkar Mehmet Dûrmaz ku garis diçîne, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Berê ku em bi 4 TL'yan didin, bazirgan bi 12 TL'yan didin."    *  Di ser kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî re 17 sal derbas bûn, lê heya niha bi navê edaletê tiştek jî rû nedaye. Parêzer Erdal Kûzû, destnîşan kir ku mirina Ûgûr û doza wî, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan û zarokên wan e.    * Ji ber projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê ku li mêrgeke 129 hektarî tê çêkirin, xaniyên li herêmê bi rûxandinê re rû bi rû mane. Welatî naxwazin xaniyên wan bên xerakirin.    * Serokê Odeya Dermanger a Wan-Bedlîsê Hayrûllah Fîkret Baransel, anî ziman ku bi zêdebûna kûra dowîzan re li Tirkiyeyê krîza dermanan jî rû daye û cara ewil e bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.   * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 258'an de didome.    * ARÎ-DER, wê bi mijara "Ziman, çand û perwerde" li Eywana Konferansê ya Baroya Êlihê komxebatek li dar bixe.  (10.00-16.45)   * Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de wê rêveber û endamên jin ên TUHAY-DER'ê li ber Girtîgeha Tarsûsê bên gelhev û bal bikişînin ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî. (12.00)   * Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de wê Platforma Jinan a Enqerê, Yekitiya Mulkiyeyan daxuyanî bide. (13.00)