Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan 2021-11-21 09:02:30   AMED - Ji ber projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê ku li mêrgeke 129 hektarî tê çêkirin, xaniyên li herêmê bi rûxandinê re rû bi rû mane. Welatî naxwazin xaniyên wan bên xerakirin.    Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) du sal berê ruxseta mêrga 129 hektarî ya li ser rêya Amed-Xarpêtê çêkiribû û ew dewrî Tekstîl Îxtisas OSB'ê kiribû. Tekstîl Îxtisas OSB'ê jî di vê çarçoveyê de li herêmê dest bi çêkirina 60 tesîsên cuda kir û li sînorên qada projeyê dîwar lê kirin. Piştî proje pêk hat, gelek xaniyên li herêmê yên bê tapo, lê fatûreyên wan ên av û ceryanê hene hatin xerakirin. Ev rûxandin piştî lihevkirineke di navbera welatiyan û xwediyên fîrmayan de pêk hat. Di dema vê rûxandinê de çêkirina dîwar dewam kir û di vê navberê de ji bo 4 xaniyên din ên Taxa Dokmetaşê jî biryara rûxandinê hat girtin. Lê belê xwediyên xaniyan, ji ber ku xwediyên fîrmayan fiyetekî erzan ji bo xaniyên wan diyar kiriye, li hev nekirin. Lê niha jî çavê Şaredariya Yenîşehîrê lê ye ku van xaniyan xera bike.    Şêniyên taxê yên ku debraa xwe bi sewlavaniyê û çandiniyê dikin, diyar kirin ku fiyetê ji bo xaniyên wan hatine diyarkirin ku pir hindik e. Şêniyên taxê anîn ziman ku gava ji vir biçin dê nikaribin debara xwe bikin û bang li rayedaran kirin ku yan vê biryarê bidin sekinandin an jî daxwazên wan qebûl bikin.    Farûk Aktaş anî ziman ku 40 sal in li vê derê ne û li vir çandinî û sewalvaniyê dikin û niha bi rûxandinê re rû bi rû mane. Aktaş, destnîşan kir ku ger xaniyên wan bên xerakirin dê 8 malbatên ku nifûsa wan 80 ye pir mexdûr bibin û got: "Dewletê ev der ji bo fabrîkeyên tekstîlê daye kardêran. Temam, baş e bil îastihdam hebe, lê ji bo îstihdamê divê hin mirovan jî mexdûr nekin. Derbarê 4 avahiyan de biryara xerakirinê girtine. Her avahî ji du qatan pêk tê û di her qatî de hema bibêje 10 kes hene. Ger ev der bê xerakirin dê ev 80 kes di vê zivistanê de biçe ku derê? Em ê perîşan bibin. Em nabêjin bila îstihdamê nekin, lê bila biçin li cihekî din bikin. Bila biçin li cihekî din fabrîkeyan çêbikin. Dikarin fabrîkeyan hebikekî din li wî aliyî çêbikin, gava wisa bikin dê ev xanî jî neyên xerakirin."    HEYWANÊN XWE FIROTIN   Aktaş, destnîşan kir ku li taxê hin xanî hene bitapo ne û got: "Ger fabrîkeyê hebikekî bi wir de bibin dê xaniyên me neyên xerakirin. Min berê sewalvanî dikir, min mast û penêr difirot. Lê çawa hîmê fabrîkeyê danîn, mecbûr mam heywanên xwe bifiroşim. Tenê çend çêlekên me mane. Piştî min heywan firotin min dest bi karê neqliyeyê kir. Niha çandiniyê dikim. Ji bo her xaniyekî 300 hezar TL didin, ev ne tiştek e. Em vê qbeûl nakin. Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. Ger em ji vir biçin, îja em ê li bajêr çi bikin?"    GEFXWARIN   Aktaş, diyar kiir ku xwediyên projeyê gef li wan xwarine û got: "Dewlet e, em nikarin bi tahdeya wê re serî derxin. Lê em di bin kavilên van xaniyan de bimînin jî em ê bitêkoşin."    'HAYA WALÎ JÊ HEYE'   Mehmet Aktaş jî anî ziman ku xaniyê wî jî di nav sînorê projeyê de ye û got: "Gava proje dest pê kir ji me re gotin 'dê xaniyên we nekevin ber projeyê.' Lê niha 4 xaniyên me bi rûxandinê re rû bi rû ne. Pere teklîf kirin, lê em qebûl nakin. Niha tenê hîmê xaniyekî 300 hezar TL ye. Xaniyên me bibxçe ne, fiyetê wan zêdetir e. Fabrîkeyê ev der dewrî şaredariyê kir û şaredariyê jî got gere hûn di nava hefteyekê de vira vala bikin. Ger fabrîkeyê 50 metreyê din jî wêdetir bibin, dê xaniyên me xera nebin. Em pera naxwazin, em tenê dixwazin bila xaniyên me neyên xerakirin. Ger xera bikin jî em ji bo her xaniyekî 1.5 milyon TL dixwazin. An jî bila ji me re cihekî bibin û ji bo çêkirina xanî pereyan bidin. Haya walî jî ji vê rûxandinê heye. Bi vî pereyê ku ew didin xanî nayên çêkirin. Em ê nehêlin xaniyên me bên xerakirin. Em ê xwe bikin çeper."    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş