Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne 2021-11-21 09:14:10   RIHA - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê avêtina ser qawîşan ên di 7'ê Cotmehê de dest pê kiribûn hin jî didomin û daxwaznameyên girtiyên hatine derbkirin jî nayên bersivandin.    Li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê di 7'ê Cotmehê de 80 gardiyanên robokop avêtibûn ser qawîşan û li girtiyan xistibûn. Piştî avêtina ser qawîşan derbarê 20 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin û bi vê lêpirsînê tê xwestin ku 3 meh cezayê hevdîtinê li girtiyan bê birîn. Ji van girtiyên ku gardiyanan li wan xistibûn yek jê jî Mehmet Bînîcî ye. Birayê wî Mûkadder Bînîcî ku roja pêncşemê hevdîtin pê re kir, xwest demildest dawî li van pêkanînan bê.    RAPOR   Bînîcî, diyar kir ku rêvebiriya Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê ji 7'ê Cotmehê ve tahdeyê li girtiyan dike û gelek girtiyên hatine derbkirin ji bo "rapora derbkirinê" wergirin xwestine biçin nexweşxaneyê lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.    AVÊTINA SER QAWÎŞAN   Bînîcî anî ziman ku girtî ji ber van pêkanînan tim daxwaznameyan dinivîsin ji dozgeriya komarê re û ji wê rojê heya niha her roj bi ser qawîşan de tê girtin û car heye rojê 2-3 caran davêjin ser qawîşan. Bînîcî, da zanîn ku girtiyên ku ji ber heqaretên li wan tên kirin daxwazname nivîsîne daxwaznameyên wan ji 7'ê Cotmehê heya niha nayên ebrsivandin û got: "Birayê min di hevdîtina dawî de (roja pêncşemê) got, gardiyanan ji wan re gotiye 'Em ê we biqedînin, hûn êdî nikarin li cem hev du bimînin, hûn hemû terorîst in.' Got, 'bi çavê dijminan nêzî me dibin.'"   BANGAWAZÎ   Bînîcî, bang li Dozgeriya Komarê ya Rihayê û Wezareta Dadê kir û got: "Ya ku ev dikin sûc e. Bila dozgerê komarê karê xwe bike. Li wir heqaret, lêdan û îşkence heye. Îşkenceyeke fizîkî heye. Bila gavina bavêjin. Ger hûn deng ji xwe neynin û guh li daxwaznameyên girtiyên me nedin, hûn jî sûcdar in. Ev zilm 35 roj in didome. Guh li tu daxwaznameyek girtiyan jî nakin. Li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê îşkence heye, zordarî heye."    'EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN'   Bînîcî, destnîşan kir ku ji ber pandemiyê 2 sal in hevdîtina fizîkî çênebûye û got: "Em diçin girtîgehê. Madem pandemî heye, li wir çima lêgerîna tazî tê kirin. Em vê qebûl nakin. Em li pişta girtiyên xwe ne. Em ê tu carî paş de gav neavêjin. Qethiyen em vê zilmê qebûl nakin. Daxwazên me pir zelal in."