ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-22 09:00:25 * Zilamên ku di partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de cih digirin, destnîşan kirin ku wekhevî bi têkoşîna jinê re bi guherîn û veguherîna zilam pêkan e û ev tişt gotin: "Tundî, pirsgirêke ku tenê bi têkoşîna jinê bê derbaskirin nîne. Tekoşînê jinê tenê dikare hin destkeftiyan bîne." * Jinên çalakger Dîlbent Turker, Nazîfe Toprak û Gulbîn Demîrel, li dijî pergala kapîtalîst a mêr a kedxwariyê berxwedana xwe kirin yek. Jinên kedkar û berxwedêr  ku bi mehan e keda wan tê xwarin, ji bo mafê xwe, dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bigêjin hev.    * Girtiyên jin ku girtîgehan veguherandine "Kelehên berxwedanê" diyar kirin ku wê çûna desthilatê jinên wêrek diyar bikin.    * Serokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim, diyar kir ku budçeya Wezareta Tenduristiyê ne tenduristiya gel rastê esas digire. Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Denîz Erdogdû jî ev tişt got: "Kedkarên tenduristiyê çerxa pergala tenduristiyê digerînin lê para xwe jê baş nagirin."   * Dayikên Aştiyê, diyar kir ku ew bi dayikên ku ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya kon didomînin re ne û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan.   * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 259’an de didome.    * Danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin wê li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Wê TJA li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Amedê, rapora xwe ya salekê ya tundiya li dijî jinê ya li herêmê aşkera bike. (11.00)   * Wê li Amed û Stenbolê ji bo 25'ê Mijdarê daxuyanî bên dayîn. (12.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin a li Baroya Amedê di roja 7'an de berdewam dike. (13.00-16.00)