Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû 2021-11-22 13:09:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc kirine û wiha got: “Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû.”   Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan pirsgirêka kurd înkar kir û di 24 'ê Tîrmeha 2015'an de bi gefên operasyonan ên li Herêma Kurdistana Federe û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsepta şer da destpêkirin. Operasyona ku di çarçoveya vê konseptê de di 23’yê Nîsanê de li Herêmên Metîna, Zap û Avaşînê hatiye destpêkirin, bi êrişên çekên kîmyewî didome. AKP ya di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Kantona Efrînê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir, gefên êrişê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe.    Em israra AKP’ê ya şer, operasyona derveyî sînor, gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên wê, rê û rêbazên çareseriyê bi Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk re axivîn.    Ev 7 meh in operasyona Tirkiyê ya derveyî sînor didome, lê tu pêşketin çênebûye. Israra AKP’ê ya di polîtîkaya şer de wê encamê bistîne?    Beriya her tiştî navê vê ne operasyone, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê tê domandin; bi dagirkeriyê armanc dikin ku li herêmê bi cih bibin. Di civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de biryarek (Plana Çokdanînê) hate standin. Bi vê biryarê re konsepta tinekirinê ya li dijî gelê kurd, li ku dibe bila bibe dikeve meriyetê. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve polîtîkayên dagirkerî û asîmîlasyonê bi rêya qirkirina gelê kurd tên meşandin. Ev polîtîka îro jî tên meşandin. Dagirkeriya îro berdewama vê siyasetê ye.   Çima Herêma Kurdistana Federe?    Beriya niha jî derbarê vê de daxuyanî dan. Têkildarî Herêma Kurdistana Federe gotin “me şaşitiyeke mezin kir.” Weke şaşitiyeke mezin dibînin ku kurd bibin xwedî statuyekê. Hem axaftinên Erdogan hem jî yên Bahçelî yên weke “Mûsil û Kerkuk yên me ne” hene. Dema ku em van tiştan bînin bîra xwe armanc tunekirina gelê kurd e. Ev yek ne tenê fîzîkî ye di heman demê de dagirkirina axê ye.    Tevlîbûna PDK’ê ya operasyonan, ji aliyê kurdan ve weke “xiyanetê” tê dîtin. Li gel ku bertekên tund zêde dibin jî, li pişt helwesta PDK'ê ya neguhere çi heye?     Bi AKP’ê û MHP’ê ku xwedî polîtîkaya herî kûr a dijminatiya li dijî kurdan e, hevkarî tê kirin û axa Kurdistanê tê pêşkeşkirin. Gelê me wê vê hişmendiyê mehkûm bike, efûkirina wê nîne.    Hin rêveberên PDK’ê bûne şirîkên êrîşa dewleta tirk . Ya ku herî zêde gelê kurd diêşîne, şirîkahiya wan a dagirkirina Kurdistanê ye. Gelê Başûr bi berdelên mezin ev statû bi dest xist. Pêşî lê vekirin, şirîkbûna di êrişê de şaşîyeke mezin e. Ji bo hemû kurdên îro li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn şaşîtiyeke mezin e. Partiyek, rêveberiyek dijminatiyê înkar dike. Tirkiye her tim pêşengiya dijminatiya kurdan a bi Îran, Iraq, Sûriyeyê re kiriye. Em referandûmê bi bîr bînin, Bi AKP’ê û MHP’ê ku xwedî polîtîkaya herî kûr a dijminatiya li dijî kurdan e, hevkarî tê kirin û axa Kurdistanê tê pêşkeşkirin. Ev nayê qebûlkirin. Gelê me wê vê hişmendiyê mehkûm bike, efûkirina wê nîne.    Îro li ser sînorê Belarûsê gelê me drameke mezin dijî. Ev mirov çima Kurdistana Başûr dihêlin û diçin. Divê rêveberiya Başûr li xwe binêre. Divê ji xwe pirs bike ev mirov çima ji Başûrê Kurdistanê derdikevin. PDK tevî sûcdarê herî mezine jî kesên din sûcdar dike. Çareserî astengkirina gel a ku ji axa xwe dernekevine. Divê dest ji van xetayan berdin. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî dikin. Hûn êşên mezin dikişînin lê çi bibe bila bibe axa xwe neterikînin. Berdelên mezin hatin dayîn, em dikarin li dijî zextan bi rêxistibûyînê bibin bersiv. Axên din nabe çareserî.     PDK ji bo cenazeyan polîtîkayên mîna AKP’ê pêk tîne. Tevî ku PDK bêdeng e jî cenazeyên HPG'yiyên di encama kemînê de li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dan, nayên dayîn. Hûn dikarin ji me re qala pêkanînên PDK'ê yên ji bo cenazeyan bikin?    Bêhurmetiya li cenazeyan nayê qebûlkirin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de dijminên herî mezin jî navber dane şer, cenazeyên xwe wergirtine û li gorî edetên xwe cenazeyên xwe veşartine. Cenaze nirxên mirovahiyê ne. Gel cenazeyan bi rêzdarî pêşwazî dike. Ji salên 90’î û vir ve polîtîkayeke dewletê ye ku bi cenazeyan re bilîze, perçe bike û nede.     Ev pêkanîn ji ya AKP’ê û MHP’ê girantir bûye. Ev kesên ku heta cenazeyên hatine veşartin (Goristana Xerzanê) jî rakirine û li ser peyarê veşartine. Cenaze mîrateya mirovahiyê ne. Ger ku we soza qirkirina kurdan dabin jî divê rêz ji cenazeyekî re bê girtin. Ev zîhniyeteke ku hiqûqa şer û rêbazên civakî ji bîr kiriyeye. Lê belê ev yek bêguman ne ya qebûlkirinê ye ku PDK vê bike. Dayik daxwaza cenazeyên xwe dikin. Ya ku PDK dike, ji AKP'ê bêhtir bêexlaqî ye, bê wijdanî ye. Ewin ku qetil kirin jî kurd in, dayik tenê cenazeyên xwe dixwazin. Cihê van di edetên me de nîne. Ev yek wê ji PDK’ê re weke rûreşiyekê bimîne. Divê gelê me yê Başûr li hemberî vê bêdeng nemîne.    Tirkiye ya ku pêşneketiye, bikaranîna çekên kîmyewî didomîne. Gelek kes bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku li herêmê lêkolînan bikin, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Kurdên ku Komkujiya Helebceyê ku di bîra kurdan de zindî ye, kurd careke din bi gefeke bi vî rengî re rûbirû ne, hûn dikarin çi bêjin?      Çekên kîmyewî bi teqez qedexekirî ne. Divê saziyên navneteweyî, dewletên tevlî vê peymanê bûne berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Hem Erdogan hem jî Bahçelî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û divê bên darizandin.    Yekem car di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de jî Naziyan çekên kîmyewî bi kar anîn. Li Helebê Saddam çekên kîmyewî bi kar anî û di encamê de bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Tişta ku Sedam li Başûrê Kurdistanê kiribû, vê carê Tirkiye dike. Ji Sedam xerabtir, erdnîgariya Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê xerab dibe. Hem mirov hem jî xweza zerareke mezin dîtine. Tevî ku di navbera dewletan de peymanek heye jî, bikaranîna çekên kîmyewî nayê lêkolînkirin. Tevî bangewaziyan jî tevî belge û tespîtan, rewşeke bêdengbûnê heye. Ji bilî Sûdan, Koreya Bakur û Îsraîlê hemû dewlet di vê peymanê de ne. Çekên kîmyewî bi temamî qedexe ne. Bikaranîna çekên kîmyewî hatiye îspatkirin, her çiqas îddîa be jî û li herêmê lêkolîn bê kirin. Eger rêxistinên berpirsyar vê yekê nekin, wateya vê peymanê çi ye? Ne zehmet e, dikarin biçin herêmê. Divê saziyên navneteweyî berpirsyariya dewletên tevlî vê peymanê bûne bi cih bînin. Hem Erdogan hem jî Bahçelî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û divê bên darizandin.     Gefên êrîşan ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomin. Erdogan di navbera Amerîka û Rûsyayê de diçe lê erêkirina ku jê xwestibû wernegirtiye. Nerehetiya Erdogan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?    Nerehetiya Tirkiyeyê ne Rojava ye, gelê kurd e. Ev sîstem kurdan weke gefekê dibîne û xurtbûna kurdan ji bo hebûna xwe weke xeteriyekê dibîne. Ji ber vê yekê destek dan hemû çeteyan û DAIŞ jî yek ji van e. Kobanê tê bîra me hemûyan, bila gotina Erdogan a 'wê bikeve' ji bîr nekin. Kobanê li dijî kê şer dike? Bi êrîşên çeteyên ku nirxên mirovahiyê yên weke DAIŞ'ê hedef digire, komkujiyan dike û jinan li bazarên koleyan difiroşe, kêfxweş dibe. Li aliyê din hûn lê dinêrin û dibêjin , “Birayên min ên kurd” Ne wijdan û ne jî exlaq hiştine. Ji bo ku kurd nebin xwedî vînek hemû çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeş dikin. Serokê Giştî yê AKP’ê pirsa ‘guleyek çiqasê ye?’ kiribû. Kî ji te re dibêje wê guleyê biteqîne.   Ji sala 1993’an û vir ve Birêz Ocalan gelek firsend dan û şer sekinand. Birêz Ocalan gelek caran gotiye ku ew nikarin kurdan bi vî rengî biqedînin. Kurd êdî rastiya xwe nas kirine. Birêz Ocalan ji ber vê yekê hişyarî da, gelek caran got ku ji bilî diyalogê çareserî çênabe. Hûn nikarin daxwazên gelê kurd bifetisînin, hûn nikarin îradeya wan tune bikin. Tirkiyeyê got Rojava 'xeta me ya sor e'. Birêz Ocalan hişyar kir, got xetên sor xêz nekin. Divê dev ji dîtina kurdan a weke dijmin berdin. Eger ev yek bi ser bikeve, wê bi taybetî li Tirkiyeyê bandorên erênî li Rojava û Başûr bike. Bi kurdan re pêkanîna çareseriyê wê tevkariyê li pêşeroja Tirkiyeyê bike. Demokrasî pêk tê, li Rojhilata Navîn belav dibe. Lê belê eger hûn bêjin 'xeta me ya sor e' birêz Ocalan jî bi gotina ‘Ew xeta me ya sor e’ dawî li vê tîne. Gelê me yê Rojava tu carî dijminatî li Tirkiyeyê nekiriye. Propagandayên derew dikin, ji Rojava êrîşek bi tenê jî li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin. Delîleke bi tenê ya vê nîne. Tekane derdê wan kurd û Kurdistan e. Hemû jî encama zîhniyeta mêtinger e. Tu karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîne û hewl dide dagir bike.     Encam wê çi be?      Sîstema ku Erdogan temsîl dike hilweşiya. Lê belê ew jî dikin ku gelên Tirkiyeyê fatûreya van êrîşan bi temamî bidin. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin.    Her kes dibîne û dijî bê ka dijminatiya kurdan çi bi Tirkiyeyê kiriye. Di hevdîtina Pûtîn û Bîden de jî tu encam bi dest nexistin. Em dizanin ku amadekariya êrîşekê dikin. Lê belê heta niha Amerîka û Rûsyayê ev yek erê nekirine. Ya ku vê carê dike, bi binçavkirin û girtinan êrîşî kurdên li hundir dike. Bi vî rengî hewl dide emrê xwe dirêj bike. Tiştekî wan nemaye. Ev ne çareserî ye. Em li rewşa ku Tirkiye tê de ye binêrin, ev encama israra di şer de ye. Di navbera salên 2013-2015’an de gelên Tirkiyeyê çareserî û bandora wê dîtin. Lê nehat hesabê hikûmetê. Li Îmraliyê li maseya li Dolmabahçeyê hatiye danîn xistin, tecrîd kûr kirin, bi ser Birêz Ocalan şer dan destpêkirin. Ji ber vê yekê hewl didin li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan bêvîn bikin. Heta niha tu encam negirtin û wê ji îro şunde jî tu encaman bi dest nexin.    Pergala ku Erdogan temsîldike hilweşiyaye. Lê belê ew jî dikin ku gelên Tirkiyeyê fatûreya van êrîşan bi temamî bidin. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Siberoja gelên Tirkiyeyê tê firotin, pêwîst e li dijî vê rawestin.    Şîroveyên ku rojên AKP’ê yên dawîne tên kirin. Wê fatûreya dijminatiya kurdan a li AKP'ê wê çawa be?    Wê fatureya van polîtîkayên şer hemûyan li AKP-MHP’ê were birîn. Tişta ku wan bi “Plana Çokdanîne” hesab kir, di demeke kurt de encam girtin bû. Her ku berxwedana kurdan mezin bû, ew asê bûn. Hê jî dewam dikin, lê plan bi ser neketin. AKP û MHP nexweşeke giran e, ji bo emrê xwe dirêj bikin êrîşên xwe didomînin. Herhal ji bilî dijminatiya kurdan tu polîtîkayeke wan nîne. Tu sûda wê ji bo gelên Tirkiyê nîne. Wan her tişt qedandin. Ji aliyê aborî ve jî qediya ne. Dewletên cîhanê êdî bi Tirkiyeyê re mijûl nabin. Siyaseta Tirkiyeyê qedandine. Kes Tayyip Erdogan cidî nagire. Ev sîstem êdî cidî nîne. Her roj anket tên kirin, dengên wan dihelin. Niha ji nava AKP’ê bertekên “êdî bes e” zêde dibin. Hesabên wî yên li malê li bazarê nehatin. Kurdan ev têk bir.    Divê kurd, hêzên demokrasiyê di vê pêvajoyê de çi bikin?       Çareserî ne Amerîka ye, ne Pûtîn e. Ne ewle ye ku mirov li derve li çareseriyê bigere. Mifteya çareseriyê bi jiyana xwe, bi berxwedana xwe, bi paradîgmaya xwe Birêz Ocalan e.    Pêşî divê li dijî faşîzmê eniyeke xurt a demokratîk were avakirin. Divê mirov xwe bi hilbijartinê ve girênede. Çûyîna wan bi xurtkirina tifaqa demokratîk pêkan e. Lewma em dibêjin ku ne tenê pirsgirêka kurdan e. Gelên Tirkiyeyê bi tevahî her cure zext û zilmê dijî. Tecrîda ku li Îmraliyê tê ferzkirin li her ferdekî Tirkiyeyê tê jiyandin. Kurd weke hincet tên girtin, lê divê gelên Tirkiyeyê vê rastiyê nas bikin. Ji bo jiyaneke wekhev û azad, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê em bi hev re têbikoşin. Di qirkirin, komkujî, girtinan de encam negirtin, wê nestînin. Rê diyar e, rêbaz diyar e, navnîşana çareseriyê diyar e.    Rê û rêbaz çi ye?   Muzakere, diyalog... Amerîka û Pûtîn ne çareserî ne. Eger pirsgirêkek hebe, ew jî di nava Tirkiyeyê de ye. Ne ewle ye ku mirov li derve li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê bila nehêlin siberoja gelên Tirkiyeyê bê firotin. Van firotin, ev banga me li hêzên demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina tifaqa demokratîk dikin. Mifteya çareseriyê bi jiyana xwe, bi berxwedana xwe, bi paradîgmaya xwe Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e. Ji bilî vê ti vebijêrk nîne û encamê nagirin.    MA / Ozgur Paksoy