Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn 2021-11-22 16:08:23   AMED/STENBOL - Jinên KESK'ê yên li Amedê xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Komîsyona Jinan a DÎSK'ê jî diyar kir ku dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.   Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di daxuyaniya ku dixwest li Amedê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bide, bi astengiya polîsan rûbirû ma. Jinan li ber Plaza AZC’ê ya li Semta Ofîsê pankart hilda û dirûşm berz kirin. Li ser astengkirina polîsan jinan çalakiya rûniştinê li dar xist. Polîsan her wiha nehişt rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin û bi mertalên wan asteng kir. Jinan bi tîlîlî û berzkirina dirûşmeyan helwesta olîsan şermezar kir.    Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher Koyûn daxuyanî da û ew ê bi her awayî li qadan bin û dengê xwe li dijî tundî û kuştina jinan derxin û serê xwe rakin.    STENBOL    Li Stenbolê jî Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Meydana Îskele ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Pankart hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin. Çerkezoglu got ew ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û li dijî her cûre tundiyê serî radikin û dengê xwe bilind dikin. Çerkezoglu bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de derkevin qadan.