Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye 2021-11-23 09:07:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Dîplomasiya RJAK'ê Necbîr Efrîn diyar kir ku li herêmê piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin pir zêde bûye û got: "Li herêmê gelek nexweşiyên cur bi cur peyda bûne û zêde dibin. Ev nexweşiyên ku rû didin û rewşa heyî bi tu awayî bi raya giştî re nayên parvekirin."    Operasyona Artêşa Hêzên Çekdar (TSK) a tirk a li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê nêzî 7 meh in didome. Artêşa tirk di van operasyonan de êdî dest bi şixulandina çekên kîmyewî kiriye. Li gorî daxuyaniya ku HPG'ê heta niha gelek endamên wan bi van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gor agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, piştî bikaranîna çekên kîmyewî gelek kesan ji ber nerihetiyên cur bi cur serî li nexweşxaneyan didin. Tê gotin ku PDK jî ji bo sûcê ku Tirkiye dike eşkere nebe ser vê yekê digire.    Endama Dîplomasiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Necbîr Efrîn, têkildarî vê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'XEYALÊN WAN PÊK NAYÊN'    Efrîn, bilêv kir ku li herêmê li dijî hêzên kurd erîşeke topyekûn heye û wiha axivî: "Polîtîkaya ku tê meşandin, siyaseteke gelek berfireh û dijwar e. Li herêmê li ser gelê kurd şereke pir berfireh tê meşandin. Ev şer jî bandorê li her çar perçeyên Kurdistanê dike. Ji ber şerê heyî gelek welatiyên kurd jî jiyana xwe ji dest didin. Bandora vî şerî di heman demê de jî li ser xwezaya Kurdistanê heye. Xweza ya wê tê talankirin û erdnîgariya wê jî tê tunekirin. Mebesta yekem a vî şerî jî bêdengkirina gelê kurd e. Hedefa dewletên serdest a yekem ew e ku sedsala 21’ê bikin sedsaleke bêyî kurdan. Çimkî dizanin ku di nava gelê kurd de hêzeke gelek mezin çêbûye. Dixwazin ku vê hêzê bidin şikandin. Li gel şikandina vê hêzê jî dixwazin ku kurdan têxin bin desthilatdariya xwe û kurdên li gor xwe biafirînin. Ji ber wê ev şer li çar perçeyên Kurdistanê dane destpêkirin. Di şerê ku li  herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin de çekên gelek giran tên bikaranîn. Çimkî tu carî ne dewleta tirk û ne jî dewletên NATO nikarin bi eskerê xwe hêzên azadiyê tune bikin. Nikarin PKK'ê bi quweta xwe ya eskerî tune bikin. Ji bo ku tune bikin jî serî li gelek rêbazan dan, lê belê bi ser neketin. Li Garê têk çûn. Bi heman armancê berê xwe dan Metîna, Zap û Avaşînê jî lê xeyalên wan pêk nayên."   'HEJMARA NEXWEŞIYAN ZÊDE DIBE'    Efrîn, da zanîn ku li herêmê gelek kes ji ber nexweşiyên cuda serî li nexweşxaneyan didin û ji bo vê ev tişt gotin: "Çekên ku li seranserî cîhanê qedexekirî ne li dijî kurdan tên bikaranîn. Di dîrokê de heta niha, kîjan kurdî dengê xwe kiribe li hemberî wan ev çek hatine bikaranîn. Di nava van 7 mehan de bi dehan caran ev çek hatin bikaranîn. Îspata bikaranîna van çekan jî heye. Gelek caran ji nimûneyên vê kîmyasalê ketine destê PKK'ê. Ev bi raya giştî re jî  hatine parvekirin. Ji ber wê jî xuya ye ku ew çek tên bikaranîn. Li herêmê ji bilî şervanên PKK'ê gelek hemwelatî ji vê bandor bûne. Ev yek bandorê li xwezaya Kurdistanê jî dike. Ev çekên ku tên bikaranîn gelek bi bandor in. Li herêmê di dema bikaranîna çekan de hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane tune ne. Lê belê li gelek kesan nexweşiyên cur bi cur peyda bûne û hejmara van nexweşiyên ku navên wan nayê zanîn zêde dibe. Nexweşiyên ku li herêmê rû didin, nexweşiyên pir cuda ne. Ev nexweşiyên ku rû didin bi tu awayî bi raya giştî re nayên parvekirin. Çimkî hikûmeta herêmê naxwaze ev yek eşkere bibe. Hemwelatiyên herêmê li gor nexweşiya pete, yan jî wekî sermayê tê binavkirin tên dermankirin. Lê belê ew nexweşiyên ku li herêmê peyda dibin, pîranî jî ji ber çekên tên bikaranîn bi xwe ye. Şêniyên herêmê li hemberî van çekan nikarin xwe biparêzin. Ji ber wê jî ev çekên ku tên bikaranîn  tenê bandora xwe li ser xwezayê nake, di heman demê de bandora xwe ya herî mezin li ser şêniyên herêmê dike. Li gorî zanyariyên di destê me de, heta niha 9 şervanên jin jî di encama van çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane."   'DIXWAZIN PERGALA XWE BIDIN RÛNIŞTANDIN'    Efrîn, bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî ya ji bo vê jî û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk, li ber çavê hemû dinyayê sûcê şer dike. Lê belê bêdengiyeke pir zêde heye. Em hemû jî şahidên vê demê ne. Li hemberî vê kesek dengê xwe nake û bê helwest in. Ev bêdengî jî tê wê wateyê ku tunekirina kurdan erê dikin û piştgiriyê didin. Nahêlin ku dewleta Tirkiyeyê qels bibe. Bi vî rêbazî dixwazin ku şerê ku li ser tunekirina kurdan hatiye destpêkirin li ser pêyan bihêlin. Em hemû dizanin ku dewleta Tirkiyeyê beşeke ji kapîtalîzmê ye. Bi kapîtalîzmê li ser pêyan disekine. Kapîtalîzm Tirkiye bi xwe ye. Çimkî her du pergal jî xwedî hişmendiya tunekirinê ne. Ji bo ku kapîtalîzm xwe li ser pêyan bigire naxwaze ku ev şere bi dawî bibe. Ji ber wê jî ew çekên ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatine qedekirin û heta niha nehatine bikaranîn li hemberî hêzên kurd bi kar tînin. Li hemberî vê yekê dewlet jî dengê xwe nake.  Çimkî ew pergala ku dane rûniştandin dixwazin bidomînin. Dixwazin pergala xwe li Rojhilata Navîn bi cih bikin. Ji bo ku bi cih bikin jî divê di serî de kurdan tune bikin. Kurdan weke asteng dibînin. Li tevî hemû çalakiyên ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî cîhan bêdeng e. Weke ku nabînin ku ev çek tên bikaranîn xwe bêdeng dikin. Çima? Çimkî bi şerê ku li Kurdistanê didin meşandin, dixwazin pergala xwe li Rojhilata Navîn bidin rûniştandin. "   'TÊK DIÇE'   Efrîn, anî ziman ku artêşa tirk li herêmê têk diçe û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Pêwîstiya me bi zêdekirina çalakiyan heye. Em divê dengê xwe bilindtir bikin. Em encax bi rêxistinkirina çalakiyan dikarin bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin. Erê li herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn, lê li hemberî vê jî berxwedaneke pir bêhempa tê dayîn. Ev berxwedan nahêle ku dewleta tirk pêş bikeve. Ew tişta ku ew armanc dikin çênabe. Ew jî bi saya berxwedana ku li hemberî hêza tirk û çekên kîmyewî tê dayîn çêdibe. Dewleta tirk ne dikare bi çekên kîmyewî û ne jî bi hêza xwe ya eskerî bi ser bikeve. Diyar e pir qels dibe û ji ber wê jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide. Dewleta tirk bi bikaranîna van çekan bi ser nakeve. Çi şêwaz dibe bila bibe divê gelê kurd bi çalakiyên xwe bikaranîna çekên kîmyewî bide sekinandin."