Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike 2021-11-23 09:07:40 ÊLIH - Zimanzan Samî Tan bal kişand ser zabitnameyên Meclîsê ku di wan de kurdî wekî "X" tê tomarkirin û bertek nîşan da. Tan, destnîşan kir ku înkarkirin bi ferzkirina sonda tirkî ya li parlementerên kurd ên bi dengê bi milyonan kurdî hatine hilbijartinê dest pê kiriye.  Zext û qedexeyên li ber kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Herî dawî konserên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û konsera hunermend Mem Ararat hatin qedexekirin. Her wiha di 17'ê Mijdarê de gava Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû li Meclîsê bi kurdî got "Ez kurd im", ev axaftina wî di zabitnameyên Meclîsê de wekî "X" hat tomarkirin.    Zimanzan Samî Tan, anî ziman ku konsepta ku îqtidar li hemberî kurdan dimeşîne, konsepta qirkirin û înkarkirinê ye.    Tan diyar kir ku ev pêvajoya qirkirin û înkarkirinê ku sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye pêvajoyeke bi sedan salî ye û got: "Denîz Baykal ji bo saziyên kurdî yên berê gotibû 'Hûn plana me ya sedsalî binpê dikin.' Feraseta wan heman feraset e. Li holê polîtîkayeke dewletê ya li ser asasê înkarkirina kurdan û kurdî heye. Kîjan partî bibe îqtidar, heman ferasetê didomîne."    DI ZABITNAMEYÊN MECLÎSÊ DE 'X'   Tan, destnîşan kir ku ev feraset jiyana hevpar dieciqîne û got: "Ger armanceke wekî jiyana hevpar hebe, divê ev feraset ji holê bê rakirin. Ger nasnameya me, zimanê me û çanda me qebûl nekin, nexwe em ê çawa jiyaneke hevpar ava bikin. Li vî welatî bi milyonan kurd hene. Bi vê înkarkirinê dê nikaribin tiştekî bi dest bixin. Heger çavê wan lê ye di vê sedsalê de em paş de gav bavêjin, xwe dixapînin. Dê tu carî nikaribin bi ser bikevin. Tim diceribînin, lê bêfêde ye."    Tan bal kişand ser zabitanemeyên Meclîsê jî ku di wan de kurdî wekî "X" tê tomarkirin û got: "Ger li meclîseke ku bi milyonan kurd lê tên temsîlkirin kurdî wekî 'X' bê tomarkirin, ev asta înkarkirinê nîşan dide. Li Meclîsê sonda bi tirkî destpêka vê înkarkirinê ye. A rast hê di destpêkê de tê înkarkirin. Kesên bi dengên bi milyonan kurdî tê hilbijartin nikare bi kurdî sond bixwe."    Tan, destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê înkarkirinê ferz dike û di vê înkarkirinê de îsrar dike.    BANGA JI BO 'HELALKIRINÊ'   Tan, bal kişand ser banga 'helalkirinê' ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî û got: "Ger redkirin û înkarkirin bi dawî bibe dibe ku helalkirin jî çêbibe. Lê tu rabî înkar bikî, dê helalkirin çênebe. Çend roj berê CHP'Iyek digot 'Êdî kurd jî dê karibin bibêjin axirkê ez tirk im.' Çima dê tiştekî wiha bibêje. Hûn çima vî tiştî ferz dikin. Ger hûn behsa helalkirinê bikin, pêşî divê hûn xwe ji vê ferasetê xelas bikin."    'XWE DIXAPÎNIN'   Tan, ji bo kilama 'Batmana Kurda' ku di dema serdana Erdogan de 'kurda' jê hatibû derxistin jî got: "Ev xapandin e. Dixwazin hin kesan bixapînin, lê a rast xwe dixapînin."    Tan, pirsî ku dibêjin "Batman e Batman e" lê gelo Erdogan qebûl dike ku Batman a kurdan e û got: "Hê Duhokê, Hewlêrê qebûl nakin ku rabin vê qebûl bikin. Dibêjin 'Herêma Kurd a Iraqê, lê nabêjin Kurdistan. Çend roj berê Wezîrê Parastinê got, 'ne li vira ne jî li tu derê Kurdistan tune ye.' Li Îranê Eyaleta Kurdistanê heye, li Başûr bi navê Kurdistanê pergaleke federal heye, tew ev demeke bi awayekî fermî hevdîtinan dikin. Lê a rast ev înkar feraseta wan nîşan dide."    MA / Fethî Balaman