Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin 2021-11-23 12:09:31   STENBOL - Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna 23’yemîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 rojanamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku rojnamevan beşdar nebûn de parêzer Gulîzar Tûncer, Ozcan Kiliç û Yildiz Îmrek amade bûn.    Şandeya dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya derbarê Îsmet Kayhan de hatiye derxistin bê sekinandin. Şandeyê daxwazên parêzerên ku hêcet pêşkeşkirin qebûl kir û danişîn taloqî 22’yê Sibata 2022’yê kir.