Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin 2021-11-23 13:31:38   AMED - Leşker û polîsên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de nehiştin MEBYA-DER'ê biçin goristana gundê Sîsê, li 2 rojnamevanan xistin.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên di Şaristaniya Mezopotamyayê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de xwest ku biçin goristana gundê Sîsê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve. Serdana ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun jî amade bû ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin. Polîs û leşkeran hemû gundên li ser rêya goristanê dorpêç kirin.   LEŞKERAN LI ROJNAMEVANAN XIST    Leşker û polîsên ku ketina rêyên diçin goristanê bi barîkatan girtin, destûr nedan kes bikevin gund. Di vê navberê de leşker û polîsan nûçegîhana JinNewsê Derya Ren a ku nûçe dişopand asteng kirin û qayîşa wênekêşê ku di stûyê wê de li qirika wê jidandin û lêdan. Pişt re leşkeran dest danîn ser makîneya Ren û jê re gotin, "Ez dizanim van wêneyan tu yê ji kê re bişînî” û dest danîn ser makîneya wê.    DEST DANÎN SER MAKÎNEYA WÊ    Di wê kêliyê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag wêne û dîmen digirtin. Leşkeran berê sîleha xwe dan ser rojnamevan Akdag û lê xistin dest danîn ser wênekêşa wê.  Akdag û Ren ên ku pişt re xwestin bi têlefonên xwe wêne û dîmen bigirin, bi gefa binçavkirinê rûbirû man. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun bertek nîşanî êrişa li ser rojnamevanan da û makîneyên desteserkirî yên rojnamevanan paş de girt.   'DILÊ ME DIŞEWITE’    Dayikeke ku bertek nîşanî tiştên qewimîn da û got: "Em dayik in, dilê me dişewite." Polîsek jî ji dayikê re got: "Dayika min ne wek we ye, ji bo wî welatî kurekî baş tîne dinyayê."   TEVÎ ÊRIŞ Û ASTENGIYAN JÎ DAXUYANÎ HAT DAYÎN    Piştî ku polîsan çûna şandeyê ya gundê Sîê asteng kir, şandeyê li ser rêya gundê Fîsê daxuyanî da. Endama MEBYA-DER'ê Raziye Işiktaş bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: “Me xwest em biçin goristanê û Fatîhayekê bixwînin. Lê me asteng kirin. Ev zilm e, heqaret e. Ev çi edalet e? Xwedê heqê me li erdê nehêle. Me xwest em cenazeyên di nava keviran de ziyaret bikin, lê nehiştin. Em vê rewşê qebûl nakin. Çima ew qas mudaxileyî me dikin?”