Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê 2021-11-23 15:54:04   AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8'emîn de berdewam dike. Serdana piştvaniyê bo malbatan didome û banga “deng bidin berxwedanê” hat dayîn.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye Nobeda Edaletê ya ku li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 8’emîn de berdewam dike. Îro jî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Amedê Mûrat Aba û nivîskar Hemîd Dilbahar serdana malbatan kirin.    ‘DAXWAZÊN WE DAXWAZÊN ME NE’    Di serdanê de destpêkê Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku ew weke sazî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê li vir in û da zanîn ku daxwazên malbatan însanî û wijdanî ne. Ronî got: “Li welêt ji 10 salan zêdetir e li girtî di girtîgehan de bi helwestên dijî mirovî re rûbirû ne. Îro 355 girtîgeh hene û hejmara girtiyan digihêje 300 hezarî. Ji van hezar û 604 girtiyên nexweş in û 605 jî ji van nexweşên giran in. Divê ev girtiyên nexweş di girtîgehê de nemînin." Ronî bal kişand ser daxwazên malbatan ên mirovî û wiha got: “Ez bawer dikim ku ev daxwaz dê wijdanê civakê jî bihejîne. Em weke komele dibêjin daxwazên malbat û girtiyan daxwazên me ne.”   ‘DENG BIDIN BERXWEDANÊ’    Nivîskar Hemîd Dilbahar jî diyar kir ku nobedê bandor li ser piraniya civakê kiriye û got: “Daxwazên bingehîn ên girtiyan Kurdistanek azad û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê em bang li nivîskar, wêjekar û her kesê ku dilê xwe daye têkoşîna kurdan dikin ku piştgiriyê bidin. Pêwîste hemû sazî dengê xwe bidin vê berxwedanê. Berxwedana we berxwedana me ye. Ev berxwedan wê mezin bibe û li her derê belav bibe.”    DÊ HEWLA BERDANÊ BIKIN    Nûnerê TÎHV’ê Mûrat Aba jî got ji bo daxwazên malbatan û girtî werin berdan çi ji destê wan were dê bikin.    BANG LI MALBATÊN GIRTIYAN KIR    Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D girtî ye Încî Guler jî wiha got: “Em ê wek hevjîn, dayik û xwişk û birayên girtiyan diçin serdana girtiyan. Lê di dema serdanê de destûr nayê dayîn ku em bi girtiyên din re jî biaxivin. Dema bibînin em diaxivin hevdîtinê li me qedexe dikin. Ev zilm e. Em jî mirov in. Ji xwe re qanûnên efûyê çêdikin. Edaleta wan bila ji wan re be. Her cara ku telefonên me tên dizîn, em ditirsin ku ji girtîgehê xeberên nebaş bên. Em hewl didin rondikên xwe ji dayikên xwe veşêrin da ku êdî xemgîn nebin. Pandemiyê wekî hincet li hember me bikar tînin. Her çiqas em naçin hevdîtinan jî lê gelek girtî bi koronayê ketine. Em bi şevê nikarin serê xwe deynin ser balgiyê xwe û rakevin. Serdanên we nîşanî me dide ku em ne bi tenê ne. Lê gelek malbatên girtî hene, em gazî wan dikin ku ew jî werin beşdarî me bibin.”