Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin 2021-11-24 09:04:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyên ku hê jî ji tarvamaya êrişên DAIŞ'ê xelas nebûne, ji bo ji nav lepên bêçaretî, xizanî û betaliyê xelas bibin didin ser rêyan. Penaberên êzidî dema vegera xwe ya Hewlêrê ji rojnamevan Wladîmîr van Wîlgenbûrg re axivîn.  Beriya çend mehan ji ber şert û mercên siyasî û aborî yên li Herêma Kurdistanê, bi hezaran kurd bi ser Tirkiyeyê de derbasî Belarûsê bûbûn û xwestibûn bi ser Polonyayê re derbasî welatên Ewropayê bibin. Ji ber ku Polonya destûr nedida vê yekê û Belarûsê jî li wan nedirênt rewşa penaberên li vir bûbû sedema qrîzeke dîplomatîk. Piştî hevdîtinên dîplomatîk ên di nav dewletan de hejmarek penaberên kurd biryar dabûn ku vegerên Herêma Kurdistanê. Di nav van penaberên ku vegeriyan Herêma Kurdistanê de 430 kurdên êzidî jî hebûn.    NIKARIN DEBARA XWE BIKIN   Malpera nûçeyan Middle East Eye, girêdayî vê mijarê têkoşîna penaberên êzidî daxilî nav rojeva xwe kir. Rojnamevan Wladîmîr van Wîlgenbûrg, dema vegera wan a Hewlerê bi çend êzidiyên ku di warê derûnî de rewşa wan nebaş re hevdîtin kir û ji bo rojnameyê derbarê êzidiyan de gotareke amade kir. Li gorî gotarê, êzidiyên ji êrişa DAIŞ'ê xelas bûne nikarin li Herêma Kurdistanê debara xwe bikin û wekî çareyekê dane ser rêya penabertiyê. Wîlgenbûrg, di hevdîtina xwe de bi taybetî li ser penaberên êzidî sekiniye û zor û zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû mane şayesandiye. Wîlgenbûrg, ewilî bi Naam Xeloyê êzidî re axiviye. Wîlgenbûrg, nivsiye ku Naam Xeloyê 52 salî ji gundê Tel Ûzaur ê Şingalê ye û di êrişa DAIŞ'ê ya 2014'an de 77 kes ji malbata wî hatine kuştin. Xelo, bilêv dike ku xaniyên wan ên li Şingalê hatine xerakirin, paşê li kampekê hatine bicihkirin û li vê kampê jî konên wan hilweşiyane.    EM NEÇARÎ KOÇÊ HATIN KIRIN   Wîlgenbûrg, diyar dike ku çendî DAIŞ di sala 2015'an de têk şikiyaye jî, lê hê jî li Şingalê îstikrarek çêbenûye û ewlehî pêk nehatiye, lewma gelek êzidî ji bêgavî li kampan mane. Wîlgenbûrg, di gotara xwe de diyar dike ku li Iraq û Kurdistana Federe her diçe xizanî zêde dibe, bi pandemiya Covîd-19'ê re li gelek bajarên sereke karantîna pêk hatiye û ji bo debarê kar bi destê êzidiyan nakeve. Wîlgenbûrg, destnîşan dike ku bi taybetî dubendiya budçeyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de rewşa êzidiyan xirabtir kiriye. Her wiha Wîlgenbûrg, bilêv dike ku di demên dawî de li qada ku konên êzidiyan lê ne gelek şewat rû dane, ji ber vê gelek kes mirine û gelek kon şewitîne. Li gor agahiyên ku Wîlgenbûrg salix dide, di meha Hezîranê de li Kampa Şarya ya Duhokê ku êzidî lê dimînin 400 kon şewitîne û ji ber vê 200 malbat ji bêgavî ji wir çûne. Darya Xelaf ku bi rojnamevan Wîlgenbûrg re axiviye, dibêje: "DAIŞ'ê xaniyên me xera kirin, lewma em mecbûr man koç bikin. Em hatin Kampa Şaryayê. Li vira jî konên me hatin şewitandin. Dixwazim êzidî ji vir biçin. Kes aliyê me nake. Li vir tu heqekî me tune ye."    JI QIRKIRINÊ XELAS BÛN, NEÇAR MAN   Wîlgenbûrg, diyar dike ku êzidî ji ber zor û zehmetiyên li konan ji bêgavî koç dikin. Wîlgenbûrg, hevdîtin bi Nisreen Hecî Qasim ê şingalî re jî kiriye. Hecî Qasimê 74 salî, dibêje ew û koçberên din li sînorê Belarûs-Polonyayê bi rojan tî û birçî mane. Qasim, radigihîne ku piştî êrişa DAIŞ'ê hin ferdên malbata wan çûne Ewropayê. Qasim, bilêv dike ku dixwaze biçin cem zarokên xwe û dibêje, li Şingalê cihekî wan tune ye û naxwazin vegerin. Serokê Akademiya Şingalê Mûrad Îsmael jî di hevdîtina xwe ya bi rojnamevan Wîlgenbûrg re dibêje: "Ji aliyekî ve ji ber ku penaber bi sax û silamet vegeriyan û neqefilîn kêfweş im. Ji aliyekî ve jî pir êşiyan, pereyên xwe xerc kirin û bi awayekî bêhêvî vegeriyan. Li Iraq û Sûriyeyê pêşeroja êzidiyan ne zelal e. Rindbûna piştî qirkirinê, her çû veguherî bêhêvîtiyê."    ‘DIVÊ KURDISTANA FEDERE SÛCDARAN BIDARIZÎNE'   Li gor agahiyên ku rojnamevan Wîlgenbûrg ragihandine Serokê Weqfa Êzidiyên Azad a li Hollandayê Parî Îbrahîm jî fikirên xwe beyan kirine. Îbrahîm bal kişandiye ser drama ku êzidî dijîn û bi awayekî neyekser gazinan ji Polonyayê û welatên Ewropayê dike. Îbrahîm destnîşan dike ku travmayek hatiye serê êzidiyan û bêhêvîtî li wan peyda bûye û rêvebiriya Kurdistana Federe rexne dike: "Hikûmeta Iraqê û rêvebiriya Kurdistana Federe teqez divê kesên malbatên neçar şêlandin û ew birin avêtin nav daristanên sar û cemidî yên welatekî din bidarizîne. Divê ji bo qedandina vê qaçaxçîtiya ku bûye cihê sûcan temanînatekê bide."    MA / Îsmet Konak