Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye 2021-11-24 09:38:46   STENBOL - Siyasetmedar Demîr Çelîk, diyar kir ku nimûneyên têkildarî çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn ji saziyên Ewropayê re şandine û got: "Xebatên me didomin. Divê em vîna ku ji dewleta tirk re bibêje 'bisekine' têxin nava liv û tevgerê."    Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Ev demeke tê nîqaşkirin ku Tirkiye di demên dawî de di van operasyonan de çekên kîmyewî dişixulîne. Ji ber vê hem li herêmê hem jî li Ewropayê gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî ji bo vekolandina vê yekê ketine nava hewldanan. Dane û nimûneyên di vî wrî de jî ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re hatin şandin. Her wiha li Ewropayê kurd û dostên wan jî bang li YE, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin.    'YE ŞIRÎKÊ SÛC E'   Ji siyasetmedarên ku li Ewropayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ketine nava liv û tevgeran Demîr Çelîk, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û got: "Kî ji bo vê xwe lê bêdengiyê deyne ew şirîkê vî sûcî ye. Endamên YE û Konseya Ewropayê yên îdia dikin ku dergûşa demokrasiyê ne jî şirîkê vî sûcî ne."    Çelîk ku denstnîşan kir "kelepûra îttihat-terakiyê îro jî li dijî mirovahiyê heman sûcên şer dike" got: "Welatekî ku endamê Konseya Ewropayê ye û hewl dide daxilî nav YE'yê bibe û endamê NATO'yê ye vê yekê dike. Em bi israr dibêjin ev şerê qirêj û hov ji cezakirina me kurdan wêdetir gefeke mezin li erdnîgariya me, floraya ekolojiya me û cirbicuriya faûnaa me û candarên me dixwe, lê dîsa jî tiştek nayê kirin."    NAME ŞANDIN JI BO PAPA   Çelîk, ragihand ku ji ber vê bêdengiya Ewropayê, li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, NATO, UNESCO û Konseya Ewropayê daxuyanî dane û name ji hin parlementer, siyasetmedar, rayedarên hikûmetên Ewropayê û Papa re nivîsîne. Çelîk, destnîşan kir ku têkildarî mijarê hin panel û konferasn jî li dar xistine û got: "Em li vira brîfîngê didin kesên em xwe digihînin wan. Lê wê berpirsiyariya xwe ya mirovî û wijdanî nakin. Tenê hin dostên me hesas tevdigerin. Dibêjin ev nayê qebûlkirin, lê belê li bara hikûmetan û dewletan hêzeke wan a mueyîdeyî tune ye, tenê berpirsiyariya xwe ya wijdanî pêk tînin."    REXNE Û BANGAWAZÎ   Çelîk, destnîşan kir ku kurdên li Ewropayê jî baş bertek nîşan nedane û got: "Ên li wir tên qetilkirin keç û lawên me, xwişk û birayên me, hevrêyên me ne. A li wir tê qetilkirin dîroka Kurdistanê ye, çand, flora û faûnaya Kurdistanê ye. Lewma ewilî divê em kurd rabin ser pêyan."    Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ger em ji dêvla bi sedan, bi hezaran kesan bi deh hezaran, bi sed hezaran û bi milyonan daketanan kuçeyan û me bi hev re li dijî vê hovîtiyê serî rakira, belkî ev sazî jî ev qasî neguhdêrî nekirina. Lê ji ber ku em bi feraseta 'tiştên zirara wan negihê me, îşê me pê tune ye' tevdigerin, ên din dê hê bêtir xwe li bêdengî û nedîtinê deynin. Lewma divê em li dor nasnameya Kurdistanê bên cem hev du û bibin qîrîn, bibin deng û serî rakin. Divê em pêşî li vê hovîtiyê bigirin."    ‘EM Ê TEVBIGERIN'   Çelîk, da zanîn ku di nêz de dê hin dosyeyên girîng amade bikin û ji saziyên têkildar re bişînin û vîna ku karibe ji dewleta tirk re bibêje "bisekine" têxin nava liv û tevgerê. Çelîk got: "Niha em bi rêya dostên xwe zorê didin hikûmetan da ku tevbigerin. Divê em bênavber têkiliyên xwe yên dîplomatîk, têkiliyên xwe yên diyalogê, xebatên xwe yên çandî, civakî û siyasî bidomînin. Em ê hewl bidin ku bîr û baweriyên Kurdistanî tevbigerin. Hemû bîr, bawerî, pergal, meclîs û komun divê ji 10 qat, 20 qatê efora xwe ya heyî zêdetir tevbigerin û heq ji vê pêvajoyê derkevin."   BANGAWAZÎ   Çelîk, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir û got: "Pir aşkere ye ku dewleta tirk komkujî û qirkirinên ku duh kiribûn, niha dixwaze di vê sedsala 21'ê de  cardin li hemberî kurdan û bîr û baweriyên Kurdistanî pêk bîne. Lewma roj ne roja ku em li malê rûnên, li nav nivînên germ rakevin. Dem dema serîrakirinê, têkoşîna bi hev re, rawestandina vî şerê hov, bidawîkirina dagirkeriyê, rûxandina faşîzmê û avakirina Kurdistan û Tirkiyeyeke azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê, divê em li dor projeya xwe ya 'Rojhilata Navîn a Demokratîk' a rewa bibin xelek û têkoşînê mezintir bikin."    MA / Ferhat Çelîk