Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine 2021-11-24 11:37:29   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku cerdevan û birayên xwe yên li Midyadê Musa Çelîk qetil kirin, piştî cînayetê bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine.    Li gundê Meskenê yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve duh sercerdevanê keya Şîrîn Akçay û birayên xwe Veysî û Mahsum bi sîlehan êrişî Mazlum Çelîk (28) kirin û di encama êrişî de jiyana xwe dest da. Piştî bûyerê ew her sê kes hatin girtin. Di rapora otopsiya pêş de derket holê ku Çelîk ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest daye. Gelek gule li bedena wî ketine. Malbata Çelîk serî li ÎHD’a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê dan.    ŞAHID: DESTÛR NEHAT DAYÎN MUDAXILE WERE KIRIN    Şahidên bûyerê gotin tevî ku Mazlum Çelîk birîndar bûbû jî agahî nedan ekîbên tenduristiyê û destûr nehat dayîn ku kes mudaxile jî bike.    Şahidan da zanîn ku li gel leşker hatin jî cihê ku Çelîk lê bû nedihat gotin û piştî dîtina cenaze kujer Şîrîn û Mahsum Akçay bêyî werin kelemçekirin ji gund hatin derxistin. Şahidan got tevî ku şansê xilaskirina Çelîk hebû jî lê ji ber ranekerin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   CENDIRME BI SAETAN BI KUJERAN RE RÛNIŞTINE    Kekê Çelîk, Mahsûm Çelîk bal kişand ser cihê ku birayê wî lê hatiye qetilkirin û wiha got: “Li vir gule berdan birayê min. Em ê heta dawiyê li vê dozê bipirsin û li pey bin. Birayê min şivan bû. Li zeviyên gundiyan dixebitî. Beriya niha jî gelek caran ji aliyê cerdevan û birayên wî ve ji ber ku xwestiye pereyê xwe ji wan bigire, rastî gefên cerdevan û birayên wî hatiye. Berî niha jî kîna wan hebû li dijî birayê min. Yek ji van kiryaran MahsumAkçay ji birayê min re gotiye ‘Ez her tim li te digerim. Tu tenê ketî ser radara min. Ez te efû nakim’. Bi vî awayî gef xwariye. Her sê kesan gule li birayê min reşandine. Cendirme bi saetan li ber deriyê mala cerdevan bi wan re rûniştiye. Dibe ku bi saetan cendirme li mala wan rûniştiye û agahî nedan ku birayê min gulebaran kiriye. Em dixwazin kujer bi cezayên giran re rûbirû bimînin.”    ‘JI MIN RE GOTIN WINDA BÛYE’    Dayika Musa Çelîk, Rahîme Çelîk jî anî ziman ku kurê wê bi çekên bi navê kalaşnîkof hatiye qetilkirin û wiha got: “Pişt re hatin mala me. Leşker anîn mala me. Gotin, kurê te winda bûye. Negotin, 'Me ew kuşt. Şîrîn û Mahsum Akçay gotin, 'Kurê we winda bû, reviya'. Li ber deriyê me xeberên giran kirin.”    NEHIŞTINE WÎ RAKE NEXWEŞXANEYÊ   Şahidê bûyerê û pismamê Çelîk, Mehmet Çelîk jî wiha şahidiya roja bûyerê kir: “Dema ez çûm cerdevan û leşker li ser cenaze bûn. Min xwest ez bibînim, nehiştin. Digotin qedexe ye. Gotin 'Hûn nabînin'. Min got, 'Em bangî ambulansê bikin, dibe ku birîndar bibe. Min got em wî bibin nexweşxaneyê. Gotin, 'Me nihêrî û miriye'. Wan hewceyî pê nedît ku wî bibin nexweşxaneyê.”    MA / Ahmet Kanbal