Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir 2021-11-24 16:33:55   ENQERE - Midurê berê yê Polisan Zekî Çatalkaya ku di danişîna doza sereke ya JÎTEM'ê ku dosyaya Mûsa Anter jî pê re hatibû yekkirin de bi awayekî nakok axivî û rexmî hişyarkirina demboriyê jî danişînê ji bo 4 mehan hat taloqkirin.    Li Enqerê, 29'emîn danişîna doza sereka ya JÎTEM'ê ku dosya Mûsa Anter jî pê re hatibû yekkirin li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Kurê Anter Dîcle Anter, rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol û parêzer tevlî danişînê bûn. Di danişîna 27'emîn de moderatorê Beyaz TV'yê Latîf Şîmşek hatibû guharkirin û gotibû ku name û tayên porê Mahmût Yildirim ê bi navê kod Yeşîl radestî Midurê berê yê Polisan ê Enqerê Zekî Çatalkaya kiriye.  Danişîn bi guhdarkirina Midurê berê yê Polisan ê Enqerê Zekî Çatalkaya dest pê kir.    Çatalkaya, di danişînê de derbarê angaştên Şîmşek de axivî û angaşt kir ku Mahmût Yildirim û Latîf Şîmşek tenê ji çapameniyê nas dike, lê piştre got ku carekê Şîmşek hatiye meqamê wî û serdana wî kiriye. Çatalkya rexmî ku destpêkê angaşt kir ku nayê bîra wî Şimşek name û tayên porê Mahmût Yildirim dayê yan nedayê jî piştre got ku tiştekî nebûye û di mijareke din de jê alîkariyê xwestiye.      Parêzerê malbata Anter Mehmet Selîm Okçûoglû, diyar kir ku doza Mûsa Anter bi xetereya demboriyê re rû bi rû ye û daxwaz kir ku dosya Anter ji doza sereke ya JÎTEM'ê bê veqetandin.    Kurê Anter Dîcle Anter jî destnîşan kir ku ji bo ronîkirina cînayeta bavê wî bi dawîkirina vê dosyayê girîng e û daxwaz kir ku kesê cînayetê pêk aniye bê cezakirin.    Piştî parêzer û Dîcle Anter heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Rexmî hişyarkirina parêzer a demboriyê jî heyeta dadgehê danişînê taloqî 4 meh şûn de 23'ê adara 2022'an kir.