Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye? 2021-11-25 10:47:20 ENQERE - Hat angaştkirin di Doza Kobanê de ku tê xwestin bê bidawîkirin piştî guhertina serokê dadgehê wezîrê berê û Serokwekîlê Koma AKP'ê Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin kiriye.    7'emîn danişîna Doza Kobanê ku piştî 6 salan ji ber Serhildanên Kobanê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de hevserokên giştî yên berê û endamên MYK'a HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî li 108 siyasetmedaran hatibû vekirin wê di 29'ê Mijdarê de bê dîtin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç ku di 23'ê mijdarê de li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî, angaşt kiribû ku di danişîna di 9'ê mijdarê de hatiye dîtin de wezîrekî berê yê AKP'ê bi heyeta dadgehê û dozger hevdîtin kiriye.    WEZÎRÊ BERÊ ÎSMET YILMAZ   Di nav 5 AKP'iyên ku ew roj tevlî danişînê bûbûn de wezîrê berê û Serokwekîlê Koma AKP'ê Îsmet Yilmaz jî hebû.    Piştî axaftina Koç tê angaştkirin ku wezîrê yê AKP'ê ku bi heyeta dadgehê û dozgerê Doza Kobanê re hevdîtin kiriye Îsmet Yilmaz e.    MA / Berîvan Altan