Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin 2021-11-25 10:55:34   WAN - Îfadeya esnaf Haci Tûnç ku ji ber gotibû, 'Ev der Kurdistan e' hatibû binçavkirin, hat girtin.    Li Wanê, îfadeya esnaf Haci Tûnç ku, dema serdana Serokê Giştî yê Partiya Guherîna Tirkiyeyê (TDP) Mûstafa Sarigul, ji ber gotibû, 'Ev der Kurdistan e' hatibû binçavkirin, 2 roj in di bin çavan de ye. Hat hînbûn ku duh li Miduriyeta Polisan a Wanê îfadeyê Tûnç hatiye girtin û polisan jê pirsiye ku "te çima gotiye ev der Kurdistan e?"    Tê payîn ku Tûnç di nav rojê de sewqî Edliyeya Wanê bê kirin.