Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin 2021-11-25 11:31:53   STENBOL - Mehmet Salîh Erol ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat sewqkirin û ji ber gerandina govendê cezayê dîsîplînê lê hat birîn têkildarî ferzkirina “nasnameya terorê” wiha got: “Bênasnametî li me tê ferzkirin, dixwazin em weke girtiyên edlî tevbigerin.”   Gardiyan û eskeran di 8’ê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriya Stenbolê bi ser qawişan de girtibûn. Nêzî 150 girtiyên ku li Hejmara 5’an dimînin sewqî girtîgehên Hejmara 2,3 û 7’an bûn. Yek ji girtiyên ku sewqî Hejmara 7’an hat kirin Mehmet Salîh Erol, tiştên di dema sewqkirinê de û piştî wê qewimîn bi nameya ku şand vegot.    DEST DANÎN SER HER TIŞTΠ   Erol, da zanîn ku gardiyanên di 8’ê Cotmehê de bi ser qawişan de girtin gotine “xwe amade bikin hûn ê bi komî biçin” û bi lêv kir ku pişt re hatin sewqkirin. Erol, diyar kir ku di dema sewqkirinê e di rîngê de û di ketina Hejmara 7’an de bi pêkanînên “xerab û nebaş” re rû bi rû mane, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ev qebûl nekirine. Erol, anî ziman ku hema bêje dest danîna ser hemû tiştên wan û wiha got: “Pirtûk, lênûsk (yên vala jî tejî jî), pênûs, name, radyo, kaxizên rengîn, zarf, gore û bincil, lîfik, xewliyên me… hemû birin û gotin ‘wê pişt re bidin we’.”   TÊKILÎ QUT BÛ   Erol, di berdewama nameya xwe de ev tişt gotin: “Ji bo ku em saetê nizanibin, saetek jî nedan me. Heta ku televîzyon ji me re hat, em bê saet man. Em wek sê qawiş (F-2, F-10 û F-8) anîn vê derê. Em niha du qawiş in. An ku ji sê qawişan du qawiş avakirin. Her qawişek li korîdorekê ye û em ji hev dûr in. Têkilî tune ye. Li qawişa din çi diqewime, yek ji me jî nizane.”   QAWIŞ QIRÊJ IN   Erol, bi lêv kir ku qawişa ku ew birinê bihêm û qirêj e û wiha axivî: “Qawiş mîna çopê bû, dîwar  hilweşiyayî bûn. Me sê rojan hewl da ku me anîn asteke em bikaribin lê bijîn. Dîsa em sê rojan bê çarşef û nivîn man. Cihê hewadarkirinê bi têlê girtine. An ku asîmanê tenê dikarin pişt qefesê bibînin. Bêhna me jî xistine qefesê.”   FERZKIRINA NASNAMEYÊ    Erol, da zanîn ku qawişa wan di nava girtiyên ku ji FETO’yê hatine girtin de ne û wiha bi lêv kir: “Ev rewş wê pêşiyê li provakasyonên cidî veke. Ji bo ku em van şermezar bikin em hefteyekê derneketin hevdîtinê. Bênasnametiyê li me ferz dikin, dixwazin em weke girtiyên edlî tevbigerin û provakasyon tên pêşxistin.”    KESÊN GOVEND DIGERÎNIN NAYÊN BERDAN   Erol, di nameya xwe de herî dawî wiha got: “Me got em paqijiyê bi gerandina govendê pîroz bikin. Lê derket holê ku li vê derê gerandina govendê qedexe ye. Ji ber ku îdareyê ji ber me govend gerand derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Ji ber vê lêpirsînê hevalên me yên ku diviyabû werin berdan, nehatin berdan. Dest danîn ser radyoyên me jî. Li derve çi diqewime em nizanin. Di televizyonan de tenê medya hawiz heye. Destûrê nadin ku kesekî mûxalîf jî biaxive. Ji ber vê yekê hûn dengê me, çavê me û guhên me ne. Hûn bêhna me, hesretên me û xeyalên me yên azadiyê yên pîroz in.”