Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike 2021-11-25 13:36:00   WAN - Xelkê Wanê piştvaniya esnafê ku ji Mustafa Sarigül re got “Ev der Kurdistan e” kirin û gotin: “Ev der Kurdistan e. Kes nikare vir înkar bike.”    Esnafê bi navê Hacî Tunç di serdana Serokê Partiya Guhertina Tirkiyeyê (TDP) Mustafa Sarigul a li Wanê de got: “Ev der beriya du sê hezar salan Kurdistan bû û dîsa Kurdistan e.” Welatiyên Wanê yên ku bertek nîşanî binçavkirina wî dan û diyar kirin ku dê dengên bi vî rengî li kolanan hîn bêhtir bilind bibin.   ERDNÎGARÎ TÊ ÎNKARKIRIN    Ji welatiyan Delîl Aksoy diyar kir ku Wezîrên Karên Navxwe û Parastinê dema diçin Iraqê bi rêveberiya Kurdistanê re hevdîtin pêk tînin, pir baş peyva Kurdistanê dikarin bînin ziman û Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan jî di axaftina koma xwe de gotina Kurdistanê bi kar aniye. Aksoy da zanîn ku di serdema Împaratoriya Osmanî de jî ji vê herêmê re dibêjin Kurdistan û bi vî rengî di arşîvan de cih girtiye û got: “Mixabin dema ku em weke gel dibêjin Kurdistan, em tên cezakirin, lê dema ku dewlet vê bi kar tîne kes dengê xwe nake. Belê, ev der Kurdistan e. Ji ber van gotinan welatî tên cezakirin. Ez çawa dikarim bi yên ku ziman û erdnîgariya min qebûl nakin re bibin bira? Ji ber vê jî divê ev gel ji ber cezayê Kurdistanê neyê cezakirin."   'PEYVA KURDISTANÊ HÊZEK YEKGIRTÎ ÇÊDIKE’    Seyît Kiliç jî anî ziman ku yên di hikûmetê de pir rehet dikarin bêjin Kurdistan û wiha got: “Yên ne ji îqtidrê ji ber peyva Kurdistan tên cezakirin. Dibêjin AKP dema li gorî xwe peyva Kurdistanê bikar tîne lê dema muxalefet bi kar tîne dibe hedef. Ev erdnîgariya ku kurd lê dijîn û navê wê Kurdistan e. Ev yek nayê înkarkirin, ew çi bikin dê ev deng li kuçeyê bilind bibe. Em li pişt hevalê esnaf disekinin û pê re ne. Bi vî awayî nikarin me bitirsînin. Peyva Kurdistanê hêzeke hevgirtinê ye. Bi vê bêhiqûqiyê nikarin biçin tu cihî."    ‘GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE’    Ji welatiyên ku bertek nîşanî binçavkirina esnafan da Mensur Falay jî diyar kir ku kurd bi sedsalan e li vir dijîn û ji ber gel vê yekê îfade dike nayê qebûlkirin. Falay got: “Eger ew kes eslê xwe înkar bikira, nedihat binçavkirin. Lazim e ku mirov van îfadeyan her tim bi kar bîne. Bi vê sazkirinê hûn ê neçin cîhekî. Divê her kes bi awayekî adil û wekhev bijî, lê mixabin rê nadin vê.”   Kerem Tûnç jî anî ziman ku bi înkarkirina kurdan û Kurdistanê tiştek wê baştir nebe û got: "Nayê qebûlkirin ku kesek bêje 'zimanê min, çanda min di ser ziman û çanda we re ye'. Cihê vê di tu olê de nîne. Dibêjin 'Ez hebûn, reng û cil û bergên we qebûl nakim'. Em tu carî vê qebûl nakin. Kurd wê bi awayekî serketî ji vê zilmê derkevin.”   BERTEKA ÎNKARÊ    Ji esnafan Şukru Akdogan jî wiha got: “Erdogan çend caran gotiye Kurdistan? Dema ku ew dibêjin serbest e, lê dema em dibêjin qedexe ye. Gelo wisa ye? Ev zilm e. Kurd 200 sal in di bin zilmê de ne; zimanê me û me înkar dikin. Em 40 milyon kurd in lê me înkar dikin. Tenê ji ber gotina 'Ez kurd im’ dikarim bêm binçavkirin. Em kurd in û kes nikare vê yekê înkar bike. Eger kurd yekgirtî bûna, nedikarîn vê yekê li me bikin.”   ‘EV DER KURDISTAN E’    Abdulvahip Gazioglu jî bertek nîşanî binçavkirina esnafên ji ber gotina "Kurdistan" tên binçavkirin da û diyar kir ku esnafan rastiyê gotiye û ew piştevanê wan esnafan e û wiha got: “Ev der Kurdistan e. Eger ev gotin sûc be, ev zilm e. Niha pêwîste kurd xwe biparêzin.”   MA / Dîndar Karakaş