Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin 2021-11-25 17:10:45   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku 26 sal in girtî ye red kir.    Parêzerê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku 26 sal in girtî ye Aslihan Bûlût, di 28'ê gulanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû û xwestibû ku ji bo tedawiye sewqî saziyeke tenduristiyê bê kirin û heta ku baş bibe înfaza wî bê taloqkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, vê daxwaza ji bo berdana Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye red kir.