ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-26 09:00:16 * Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, 40 sal berê pirsa dadgerê ku jê pirsîbû "Kurdistan ku derê ye?" wiha bersivandibû: "Devera zimanê kurdî lê tê axaftin, sînorê Kurdistanê ye."  * Rojnameger Shaswar Mame anî ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di aloziyê de îsrar dike û got: "Prestîja hikûmetê di qada navneteweyî de tune dibe. Ji lew re hikûmet di bêedaletî û diziyê de îsrar dike."   * Veysî Altan ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku dibe ku gardiyan ji nişka ve êrişî wan bikin û got: "Dibe ku me bikujin, bila haya we jê hebe."    * Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, diyar kir ku êrişên li ser kurdî di dema AKP'ê de zêde bûne û got: "Divê em bi pratîka xwe, bi xwendinê, bi axaftinê û nivîsandinê xwedî li zimanê xwe derkevin."    * Li Îdirê Ferzende Elbî, Abdûllah Ateş, Ehettîn Kaynar û Kerîm Boran ji ber ku malbat li hev anîbûn derbarê wan de doz hatibû vekirin û hatibû xwestin ku cezayê muebedê li wan bê birîn.  Niha her 4 girtiyên ku temenê wan di ser 70 salî re ye ji ber nexweşînên giran li ber xwe didin.    * Li gor daneyên 2020'an ên Ofîsa Îstatîstîkê ya Eurostat a YE'yê, ji sedî 27,4'ê nifîsa Tirkiyeyê ji hember xizaniyeke maddî li ber xwe dide.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 263'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza 51 kesê ku karsaz Osman Kavala jî di nav wan de girtî tê darizandin wê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxisitin. (10.00)   * Grûpa Wêneyan a Red, Ekîba Gorulmuştur Red fotoğraf û Weqfa Tahîr Elçî wê ji bo bîranîna Tahîr Elçî li Baroya Amedê pêşengeha wêneyan wê li dar bixin.(11.00)   * Şaxa OHD'a Amedê ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin wê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li Sêrtê bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û feqîriyê dema azadiya jinan e" wê panelê li dar bixe. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 11'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)