4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne 2021-11-26 09:00:48 ÎDIR - Li Îdirê Ferzende Elbî, Abdûllah Ateş, Ehettîn Kaynar û Kerîm Boran ji ber ku malbat li hev anîbûn derbarê wan de doz hatibû vekirin û hatibû xwestin ku cezayê muebetê li wan bê birîn.  Niha her çar girtiyên ku temenê wan di ser 70 salî re ye ji ber nexweşînên giran li ber xwe didin.      Li Îdirê 13 kes ku Ferzende Elbî (72), Abdûllah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) û Kerîm Baran (77) jî di nav wan de bi îdiaya di nav "komîsyona edaletê" de cih girtine derbarê wan de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran hatibû vekirin û di meha Nîsanê de bi dawî bûbû. Di dozê de 4 kes hatibûn beraetkirin û li 9 kesên jî bi sedan sal ceza hatibû birîn. Elbî, Ateş, Kaynar û Boranê ku bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li wan hatibû birîn, çendî nexweşînên wan ên giran hene jî di meha Nîsanê de hatibûn girtin. Niha her 4 girtî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne.    Abdûllah Ateş ku di Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê de ye her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe û hat ragihandin nikare bi tena serê xwe bijî. Nexweşîna çavan, nexweşîna çokan, nexweşînên krînokî, kîsta gurçikan, sendroma rêviyan, prostat û hwd. gelek nexweşîn pê re hene. Ehettîn Kaynar jî ku di Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê de ye, nexweşîna şekir, kolstrol, hîpertansiyon û nexweşîna dil pê re heye û guhên wî baş nabihîsin. Kerîm Boranê di heman girtîgehê de jî nexweşîna dil, şekir û gelek nexweşînên din pê re hene û guhên wî nabihîsin. Ferzende Elbî yê di Girtîgeha Edîrneyê de jî bi heman awayî ye û hat diyarkirin tim wî radikin nexweşxaneyê.    JI BER AŞTIYÊ HATIN CEZAKIRIN   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk, anî ziman ku kesên hatin girtin tenê ji bo aştiya civakî xebitîne û ji ber ku xwedî li HDP'ê derketine cezayên giran li wan hatiye birîn. Eksîk got: "Bi îdiayên bêbinî cezayên giran li van kesan birîn. Ev dijî hiqûqê ye. Hemû saziyên cemaweriyê û amîrên mulkî baş dizanibûn ev eks çi karî dikin. Lê dîsa jî bi destê darazê hatin cezakirin. Ji ber ku doza aştiyê kirin niha di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû ne."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Eksîk, bibîr xist ku kesên hatin girtin di ser 70 salî re ne û gelek nexweşînên wan hene û nikarin di girtîgehê de jiyana xwe bidomînin. Eksîk, bilêv kir ku fikarên mezin li malbatên wan peyda bûne û got: "Cezayê van kesan ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye teqezkirin, lê rabûn ew girtin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Bi ser de jî wan birin xistin girtîgehên dûrî malbatên wan. Dê hewldanên me yên di vî warî de yên li Wezareta Dadê bidomin."