Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin 2021-11-26 10:27:28   EDENE - Li Edenê, bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal polisan bi ser malan de girt. Polisan di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û gelek kes binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edenê derbarê parvekirinên li ser medya sanal de da destpêkirin de biryara binçavkirina 17 kesan hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polisan îro di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin. Di serdegirtinan de polisan deriyê gelek mala şikandin û wisa ketin hundir. Li malê ku li wan lêgerîna hatin kirin amûrên wan hatin serobinkirin.    Polisan kesên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Edenê.