‘Osman Kavala berdin’ 2021-11-26 12:26:01   STENBOL - Endamên Piştevaniya Taksîmê û Platforma Em Geziyê Diparêzin ku beriya doza Geziyê li ber edliyeyê hatin gelhev, diyar kirin ku Gezî nikare were darizandin û xwestin Osman Kavala were berdan.    Danişîna doza 16 parêzvanên mafan ku di nav de karsaz Osman Kavala ku ji ber çalakiyên Parka Gezî ji sala 2017’an ve girtî ye jî heye û 35 endamên koma alîgirên Beşîktaşê ya Çarşiyê dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Çaglayanê pêk were.    Beriya danişînê bi banga endamên Piştevaniya Taksîmê û Platforma Em Geziyê Diparêzin li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî hat dayîn. Di danişînê de pankarta “Gezî hêvî ye, hêvî nayê darizandin” hat vekirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulm, Oya Ersoy, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, nûnerên civaka sivîl û kesên ku di dozê de negirtî tên darizandin amade bûn.    Di daxuyaniyê de Sekretera Piştevaniya Taksîmê Esîn Koymen axivî. Koymen, destnîşan kir ku Gezî nikare were darizandin û destnîşan kir ku Osman Kavala girtiyekî siyasî ye û divê were berdan.      Piştî daxuyaniyê girse ji bo beşdarî danişînê bibe derbasî avahiya edliyeyê bû.