Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin 2021-11-26 14:37:20   MÊRSÎN - Parlementerên HDP’ê yên Mêrsînê ku gel vexwendin mîtînga “Banga Demokrasiyê” wiha gotin: “Em li dijî kesên ku qeyranê li gel ferz dikin dengê xwe bilind bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mîtînga “Banga Demokrasiyê” ya roja Yekşemê li Mersînê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar were lidarxistin bi rojane amadekariyan dike. Mîtînga ku dê li Qada Stadyûma Kevin a Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Yenîşehîrê were lidarxistin, wê di saet 13.00’an de dest pê bike. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û navendê di çarçoveya xebatên mîtîngê de bi rojane serdana esnafan dikin û bang li gel dikin. Li taxan jî bi wesayîtên anonsê banga mîtîngê tê kirin. Parlementerên HDP’ê yên Mêrsînê Ridvan Tûran û Fatma Kûrtûlan banga tevlîbûna mîtîngê kirin.    ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Kûrtûlan, bi lêv kir ku di çarçoveya xebatên mîtîngê de serdana esnaf û gel kirine, ew vexwendine mîtîngê û wiha got: “Me bi welatiyên ku danûstendin kirin re sohbet kir, êdî danûstendin ne wekî berê ne. Em bang dikin ku li dijî kesên qeyranê li civakê ferz dikin, roja Yekşemê di mîtînga ku em li dar dixin de dengê xwe bilin bikin.”   VEXWENDINA MÎTÎNGÊ   Tûran jî diyar kir ku civak ji ber rewşa nebaş a aboriyê xizaniya herî mezin a dîrokî dijî û got: “Em ji bo ji pergala talan û derewan a Tirkiyeyê re bêjin na em mîtîngê li dar dixin. Em herkesê vedixwînin kolanan. Hinek kes dibêjin ‘dernekevin kolanan wê provakasyon pêk werin.’ Hişmendiya ku tenê demokrasiyê daxîne ser sindoqê divê bizanibe ku heke em li kuçeyan, li mîtîngan, li grevan, li berxwedanê bertekên xwe yên demokratîk dernexînin holê em ê negihijin sindoqa ku em difikirin demokrasî dê rojekê jê derkeve. Ji ber vê sedemê ji bo em aştî û demokrasiyê bi hev re li welat ava bikin em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê.”