Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin 2021-11-26 16:18:34   AMED - Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê Eyşan Kanûş Zengîn ku serdana Nobeta Edaletê kir, wiha got: “Heke em îro dengê xwe dernexînin em ê kengî derxînin? Em bibin hezar û bêdeng nebin.”   Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 11’an de berdewam dike. Endamên Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê ku di bin banê Platforma Lêkolînên Koçê de ye û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) serdana malbatan kir.    ‘DIVÊ HERKES WERE LI VÊ DERÊ RÛNE’   Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê Eyşan Kanûş Zengîn ku serdana Nobeta Edaletê kir, qala girîngiya nobetê kir û wiha got: “Ez bi xwe jî 3 mehan di girtîgehê de mam. Rewşa girtiyan û girtîgehan qet nebaş e. Zext li ser girtiyan hene. Em spasiya dayikan dikin. Heke em îro dengê xwe dernexînin em ê kengî derxînin? Em bibin hezar. Bêdeng nebin. Ji ber ku her bêdengî wê bibe sedemê cenaze ji girtîgehan derkevin. Bi salan e di girtîgehê de dimînin û rewşa tenduristiya wan qet nebaş e. Ji ber vê yekê divê herkes were li vê derê rûne û piştevaniya malbatên girtiyan bike.”   WEZÎRÊ DADÊ BÊDENG E   Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bandirmaya Balikesîrê dimîne, Fevziye Kolakan diyar kir ku wan ji bo hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan dest bi vê nobetê kirine û wiha got: “Em naxwazin cenaze ji girtîgehê derkevin. Bila çareyekê ji me re bibînin. Du zarokên min bi salan e di girtîgehê de ne. Ez dixwazim zarokên min bînin girtîgeheke nêzîk. Ez ji dil û çav emeliyat bûm, gelek nexweşiyên min hene, raporên min jî hene. Lê Wezareta Dadê ji vê yekê re bêdeng e. Ev neheqî ye. Em serî li her derê didin lê bi tu awayî li me venagerin. Li zarokên min baş nanêrin, tedawiya wî nayê kirin. Çend sal in çavên me li rê ne, em li benda we ne. Zarokên me tiştên xerab nekirine. Çend sal in ez wan nabînim. Ez tenê ji bo zarokên xwe nabêjim bila hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘EM WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’   Hevjîna Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê dimîne, Hasîne Guler jî da zanîn ku 3 sal in nikare biçe hevdîtinê û wiha got: “Îşkenceyê li me dikin. Ji ber em kurd in dikevin girtîgehan ev jî ne sûc e. Em edalet û wekheviyê dixwazin.”   ‘BANGA PIŞTEVANIYÊ’   Bavê girtiyên nexweş Civan Boltan, Hakki Boltan jî banga piştevaniyê li herkesê kir û wiha axivî: “Weke xizmên girtiyên nexweş, em jî di zindanê de ne. Banga me li hemû malbatan heye, bila hestiyar bin. Îro li Tirkiyeyê edalet tune ye. Bila hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dengê me bibihîzin û piştevaniya me bikin. Bila xizmên girtiyên din jî werin li vê derê cihê xwe bigirin.”