Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan 2021-11-26 17:05:01   STENBOL - Di danişîna Doza Geziyê ku hatiye yekkirin de karsaz Osman Kavala nehat berdan û biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn.    Duyemîn danişîna Doza Geziyê ku hatiye yekkirin de Karsaz Osman Kavala ku ji sala 2017'an ve girtî ye jî di nav de 16 parastvanên mafên mirovan û 35 endamên Koma çArşiyê jê tên darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Hejmara kesên hatin darizandin, parêzer û şopînerên danişînê li ber çav hat girtin û danişîne veguhastin eywana 27'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê. Nûnerên konsoloslukên gelek welatan û rêxistinên sivîl, parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û parlamenterê partiyê Ahmet Şik, Dayika Berkîn Elvan û gelek kes tevlî danişînê bûn.    PARASTIN KIRIN   Di danişîna ku Karsaz Osman Kavala tevlî nebû de parêzer û gelek endamên koma çArşiyê li danişînê amade bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de parêzerên Kavala û bersûcên din parastinan kirin û hin daxwazan kirin. Piştî parastinan dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir. Dozger, xwest ku gelek daxwaz bên redkirin û biryara berdewamkirina girtina Kavala bê dayîn.    BIRAYRA BERDEWAMA GIRTINÊ   Piştî navbereke heyeta dadgehê bi pir dengî biryara berdewamkirina girtina Kavala da û danişînê taloqî 17'ê cotmeha 2022'an kir.