Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin 2021-11-26 19:43:23   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 35 kesan hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin û 19 kes jî hatin berdan.    Li Şirnexê di 17'ê Mijdarê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Şirnexê de, 35 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesên ku bî îdiaya "di warê darayî de alîkariya rêxistinê" kirine Îdrîs Denîz, Fahrettin Adiguzel, Muas Îke, Siddik Kilinç, Enes Kulter, Îbrahim Çavlak, Temer Ulug, Levent Ercan, Abdullah Eren,  Aziz Bagdur û kesekş ku navê wî nehat zanîn hatibûn girtin.    Îro Osman Coşkûn, Reşît Salgucak, Nezîr Yilmaz, Osman Kunur, Suleyman Onuk, Besîm Katar û Ahmet Atak piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê derbarê Coşkûn, Salgucak, Yilmaz, Kunur û  Onuk de biryara girtinê da û Katar û Atak jî bi şertê kontrola edlî berda.    Îbrahim Kartal, Îslam Îke, Mustafa Anak, Feyzî Yilmaz, Îsa Yilmaz, Mahmût Ataman, Hasan Atak, Şukru Atak, Emîn Îbren, Mustafa Uysal, Suleyman Goren, Hazım Kayaalp, Lokman Caner, Faysal Acar, Cindî Ozdemîr, Omer Kayar û  Alî Tekîn jî beriya niha bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.