Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn 2021-11-26 20:32:20   COLEMÊRG - Li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal cezayê gtirtîgehê hat birîn.   Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Leyla Guvenê de ji ber axaftineke wê ya di 15'ê Sibata 2020'an a di paneleke li Geverê de doz hatibû vekirin. Ji ber van gotinanên Guvenê; "Bangawaziya ji bo aştiyê ya Birêz Ocalan pir girîng e. Tecrîdê rakin. Tenduristî û ewlehiya Ocalan pêk bînin. Bila aştî bê rojhilata Navîn" bi sûcê "bêtîtibarkirina dewletê", "pesindayina sûc û sûcdar" û "li gel peydakirina kîn û dijminatiyê" îdianame hatibû amadekirin.    Îro danişîna 4'an a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Colemêrgê hat lidarxistin. Guven ji Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E'yê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû û parêzerê wê Serdar Çelebî jî li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tveli danişînê bû.    Di danişîna biryardayînê ya dozê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal ceza li Guvenê hat birîn.