Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye 2021-11-27 11:29:39   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de berdewam dike.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 264’emîn de didome.    Ji ber dawiya hefteyê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heke her sibeyeke şevê hebe, bêguman wê berdeleke her neheqî û bêhiqûqiyê jî hebe.”