Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê' 2021-11-27 12:02:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Zimannasê Kurd-Sovyetê Qanadê Kurdo, di sala 1939'an de derketiye ger û geşta Batûmê. Di nîşeyên xwe yên ger û geştê de Kurdo bal dikişîne ser serpêhatî, gotinên pêşiyan û çîrokên kirmanckî.  Di sala 1939'an de bi peywirdarkirina Enstîtuya Etnografiya Yekitiya Sovyetê, Qanadê Kurdê ji bo lêkolînkirina Kurdên Qafqasyaya Başûr diçe ger û geşta Batûmê û serdana gundekî kirmanckî dike. Kurdo, bi gundiyan re tê gelhev, çavdêriyên ku kêrî Kurdolojiyê bên dike û ji vê ger û geşta xwe nîşe digire. Weke Ajansa Mezopotamyayê me van nîşeyên Kurdo analîz kirin û girêdayî mijarê ji dîroknas Rohat Alakom ku li ser kurdên Batûmê xebitiye jî nêrin girt.     ALAKOM : JÊDERKA KURDISTANÊ BATÛM    Kurd li Soveyetê herî zêde jî li Qefqasya Başûr dijiyan. Di sirgûnên salên 1937-1938 û 1944'an de her çiqas koçî Kazakistan, Kirgizistan û Ozbekistanê hatibin kirin jî xaka wan a esil Qafqasya Başûr bû. Qadeke ku ji komarên Sovyetê yên weke Ermenistan, Azerbaycan û Gurcistanê pêk tê. Dema ku qala  kurdên Gurcistanê bê kirin bêguman bajarên mîna Ahiska, Tîflîs û Batûm tên hişê mirov. Demên dawîn de kurdên Batûm û Acaristnê bûne yek ji mijarên ku li ser wan tê rawestandin. Girêdayî mijarê gotareke hînker a dîroknas Rohat Alakom heye. Gotar bi navê  “Kurdên Batûmê (Batum Kürtleri)” di Kovara Nûbiharê de  hatiye weşandin û ji bo vê mijarê girîng e. Rast e rast me xwe gihand xwediyê gotarê û têkildarî kurdên Batûmê de agahiyek wiha girt: "Li gorî Salnameya Kafkasê, di sala 1908'an de li herêma Batûmê nêzî 3 hezar kurd dijîn. Her wiha di Konferansa San Remo (18-26'ê Nîsana 1920'an) de li ser naskirina bajarê Batûmê weke bendergeheke azad a ji bo Kurdistanê tê rawestandin. Heta nivîskarê rojnameya Swêdê ya bi navê Svenska Dagbladet a bi dîroka 22'ê nîsana 1920'an Blir Frihamn dinivisîne ku dibe Batûm bibe bendergeheke azad."   DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE 30 MALBAT HEBÛN   Dîsa li gorî agahiyên ku dîroknas Rohat Alakom daye, lêkolînerê Sovyetê û etnografî Memoyê Xalit jî di sala 1984'an de li ser kurdên Batûmê gotarek nivîsandiye. Memoyê Xalit, di gotara xwe ya bi sernavê “Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan” ku di 15'ê tebaxa 1984'an de di rojnameya Riya Teze de nivîsandiye de diyar dike ku dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn 30 malbatên kurd li navenda Batûmê bi cih bûne. Memoyê Xalit bixwe jî yek ji van kurdan re zewicandî bûye û di sala 1991'an de jiyana xwe ji dest dide.    ZAZAYÊN LI BATÛMÊ    Yek ji xelkên ku Enstîtuya Etnografiya Yekitiya Sovyetê bi taybetî bi wan re mijûl bûye Kurdên Qafqasya Başûr in. Di vê çarçoveyê de Qanadê Kurdo ku ji aliyê enstîtuyê ve tê peywirdarkirin di sala 1939'an de diçe ger û geşta Batûmê. Kurdo, li bajar li ser zazayan radiweste û gundê ku çûye ger û geşta wî wiha dide nasandin: Çûm gundekî ji aliyê rojava ve bi qasî 3 kîlometreyan dûrê Batûmê. Li gund kurdên zaza dijiyan (50 MAL). Gundî bi çandinî û narinciyê re mijûl dibin. Li malên hemuyan sewalên wan hene. Li malên yek qat du qat ên dişibin malên gundiyên xizan ên gurcî diman. Zazayên li vir dijîn ji Tirkiyeyê hatine. Tu extiyarekî wan ne xwedî agahî ye ku ji kudera Tirkiyeyê hatine. Tenê çend extiyaran got ku mezin wan ji wan re gotine ku ji bajarê Erziromê koçî vêderê kirine."   FOLKLARA ZAZAKΠ   Qanadê Kurdo ji nêz ve li gund çavdêriyan kiriye û bi kesên mîna Reşîdê Aslan, Rostamê Kalaş, Cemşîdê Reşît, Rostemê Sileman, Samandê Cemşîd, Samandê Mustafa re hevdîtin kirine; hin gotinên pêşiyan û çîrokan qeyd kiriye. Kesên ku bi Kurdo bi wan re hevdîtin kirine bi zazakî dizanin alîkariyeke girîng dane Kurdo. Em bal bikişînin ser çend xisûsên girîng ên di hevdîtinan de derketine pêş. Mînak Rostemê Sileman dema ku qala çîroka jiyana xwe dike ev tişt dibêje: "Ez T’iflîsêda zehf vendam, çeher serî têda bîyem, pênc serîz Lênîngrada bîyem. Ez çeher zuwanan zanan: zuwanê kirmancî, zuwanê rûşî, zuwanê ermenî, hendêk zuwanê girc (Li Tîflîsê gelek mam. 4 sal li wir xwend. 5 sal li Lenîngradê mam. 4 ziman dizanim; kirmanckî, rûsî, ermenkî, gurcî)."    LI ŞÛNA ZAZAKÎ KIRMANCKÎ   Her çiqas Qanadê Kurdo, peyvan "kirmanckî" ya di axaftinê de derbas dibe bi rûsî weke “Kurmancca” nivîsandibe jî, em difikirin ku li vir tişta qesta wê tê kirin kirmanckiya li Dersim, Mûş, Erzirom û Erzînganê tê axaftine. Qeydeke din a peyva kirmanckî têde derbas dibe çîroka "Gurgîn Axa û Gulperî " ku Cemşîdê Reşîd vedibêje ye. Di çîroka gotina mijarê de gotineke wiha heye: “Şî zozanê kirmancan ver (Çû zozanê kirmanca)."    GOTINÊN PÊŞIYAN ÊN KIRMANCKΠ   Yek ji vegtinên devkî ku Zimannas Qanadê Kurdo nîşe girtî ye gotinên pêşiya ne. Em çend ji van gotinên pêşiyan parve bikin:   1-) “Aqil t’acê zêrîno, serê nemî k’esda çinîno.”        “Aqil taco zerrnin o, sereyê heme/hemî kesî de çin o.”         2-) “Destê t’emel ser pizê rûto.”       “Destê tembelî pîzeyê rûtî ser o.”      3-) “Xezebî biz yeno, çaxo k’e nanê şiwan wena.”       “Xezebê bize yeno, çaxo ke nanê şîwanî wena.”         4-) “Merdimê veyşan bî yarê daka xora vajo — bawko.”       “Merdimo veyşan/vesan yarê daka/dayka xo rê vajo – bawko.”        5-) “Lacî bê rê k’îwî bawkê xo wêran keno.”       “Lajo bêray/bêrayir, keyeyê bawkê xo vîran keno.”      Çavkanî: K.K. Kurdoyev, “Teksty na Govore Zaza Rayona Batumi (Batum Rayonu Zaza Lehçesinde Metinler)”, Predisloviye, Publikatsiya, Primechaniya Z.A. Yusupovoy, Pis'mennyye Pamyatniki Vostoka, Tom: 15, No: 3, Osen’ 2018, s. 96-121.    MA / Îsmet Konak