Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin 2021-11-27 12:40:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin û 58 kes binçavkirin.    Polîsan li Mêrdîn, Şirnex, Qers û Wanê bi ser gelek malan de girtin û 58 kes binçavkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye destpêkirin de di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Mela Fahrî Dogan, Dayika Aştiyê Hevlet Oncu, Hunermenda Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Kudret Ûçûk, Abdullah Ayav, mamoste Hamît Gungor ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, endamê Meclîsa Şaredariya Şemrexê yê HDP’yî Fadil Karçî jî di nav de gelek kes binçavkirin.    Di serdegirtinan de tiştên malan hatin belavkirin û deriyên wan hatin şikandin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin wê bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.    ŞIRNEX   Li gundê Konûtlar, mezraya Newala Îsaaxa yên girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê û navenda wê di serdegirtinên malan de di saetên serê sibê de 45 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Cizîrê.   QERS   Polîsan li Qersê jî bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê HDP’ê yê Bajêr ê berê Ayhan Gezîcî, Onûr Menguloglû û Osman Ayag binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Qersê.    WAN   Li Wanê jî 4 kesên ku beriya 5 rojan di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, li miduriyeta polîsan tên ragirtin. Navên kesên di bin çavan de tên ragirtin wiha ne: Beşîr Aksû, Tevfîk Peyan, Hasan Tekbûlak û Bîlal Babat.