Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin 2021-11-27 12:43:27   WAN - Derbarê rojnameger Nazan Sala de bi angaşta ku nûçegîhana ROJ TV'yê ye piştî 12 salan doz hat vekirin.    Lêpirsînê ku di sala 2019'an bi angaşta ku nûçegîhana ROJ TV'yê ye derbarê rojnameger Nazan Sala de hatibû destpêkirin bi encam bû û piştî 12 salan doz lê Sala hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber girteka lepirsînê ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di sala 2009'an de girtibû ket tevgerê. Dema ku hewldanên girtina ROJ TV'yê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin dayîn, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê xebatkarên televîzyonê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di sala 2021'an de biryara bêrayetiyê hatibû dayîn. Ji ber ku navê wê jî di vê lêpirsînê de derbas dibe Serdozgeriya Komarê ya Wanê, derbarê  rojnameger Nazan Sala de doz vekir. Dozgeriyê, bi sûcdariya "emdamtiya rêxistinê" dozname amade kir. Dozname ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.    NÛÇEGÎHANA ROJ TV   Di doznameyê de hatiye angaştkirin ku ROJ TV weşana PKK-KCK’ê ye û propagandaya rêxistinê kiriye û rojnameger Nazan Sala jî nûçegihantiya ROJ TV'yê ya Wanê kiriye û tevlî sûc bûye. Balkêş e rexmî sûcê ku tê angaştkirin hatiye kirin di sala 2008'an de pêk hatiye jî di doznameyê de weke ku di sala 2017'an de hatiye kiriye hatiye nîşandan.    DOZA HELÎKOPTERÊ   Dozger, xwest ku vê dosya Sala bi dosya Sala ya Doza Helîkopterê ya ku Sala jî di nav de 5 rojnameger bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tên darizandin re bê yekkirin.   DOSYA HAT YEKKIRIN   Her wiha 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ku doznameyê qebûl kir, bi hinceta ku di navbera wan de têkiliya hiqûqî û fîlîlî heye biryara yekkirina her du dosyayan da.   GIRTINA ROJ TV   ROJ TV di sala 2004'an de li Danîmarkayê dest bi weşanê kiribû û di sala 2012'an de ji aliyê Dadgeha Bajar a Kopenhagê ve ceza lê hatibû birîn û weşana wê hatibû bi dawîkirin.